Rojekê heywan, çûk, teyr û tuyên dinyayê giş li hev kom bûn
û çûn derketin huzûra Xwedê Teala.
Gişan bi dor, yeko yeko derdên xwe gotin û daxwazên xwe ji
Xwedê kirin. Dawiya dawî dor hat deve. Xwedê gava dît waye deve jî hatiye,
hinekî matmayî ma, ji deve ra got:
-Deve, ma te xêr e, tu çi dixwazî?
Deve got:
-Wele ez nizanim ezê ji ku dest pê bikim ku!
Çimkî tiştê te anîye serê min, te neaniye serê tu heywanekî din.
Li ser vê gazina deve, Xwedê şaş ma, got:
-Deve, heger heywanekî din ev gazin bikira dîsa rê tê hebû,
min fêm dikir, lê gava tu vê gazinê dikî ez fêm nakim. Çimkî min tu ji gelek
heywanên din xurttir û mezintir xuluqandiye.
Tu kanî bi saya hawidê xwe di
40-50î derece germiyanê da bi hefteyan tî û birçî bijî.
Nigên te nerm in tu
kanî li ser qûmê û berfê bi rehetî bimeşî. Tu kanî her çêrê, histrî û gongilên
herî mezin jî bi rehetî bixwî. Ji bo ku di bahoz û talîzokan da qûm nekeve poz
û çavê te, tu kanî çavên xwe bigrî.
Li gorî gelek heywanên din, min muqedesîyek jî
daye te, ev jî dibe sebeb însan gelekî qedr û qîmetê didin te.
Navê te gelek
carî di Quranê da derbas dibe. De hîn tu çi dixwazî?
Deve kesereke kûr kişand û got:
-Te her dera min xwaro maro xuluqand ne bes bû, di ser da te
rabû ker jî kir rêberê min. Bi vî qelafetê xwe yê mezin gava ez didim dû ker,
ez ji xwe fedî dikim, dikevim binê erdê, ji xwe ra dibêjim erdo tu veqelişe û ez
têkevim nav te.
Barê li pişta min ne xema min e, lê rêberîya ker, hevsarê min ê bi ker ve girê
dayî bi min pir zor tê.
Rica min ji Te, hefsarê min ji ker bistîne û min ji vê heqaretê û ezabî xelas
bike, ez naxwazim ker rêberê min be...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar