18 februari 2021

Dibê îro meriv karekî bike û ji bo sibe jî bi hêvî be

Bi her rojeke nuh ra meriv hin tiştên nuh tîne bîra xwe, di serê xwe da hin pilanên nuh çî dike.

Di vê roja nuh da belkî meriv hin tiştên baş bibihîze, bibîne û bi xwe jî hin tiştên baş û xweş bixuliqîne.

 Lê belê ji bo wê dibê meriv serê xwe biêşîne, xwe biwestîne, bifikire. Ji bona tişt werin bîra meriv dibê meriv bîrê têxe hereketê, hafizayê tevrade.

”Di 17 salîya xwe da min tiştekî wiha xwendibû: Heger tu her roja xwe, wek roja dawiya jiyana xwe bijî, rojekê tu yê bi heq derkevî.”
Ez pir di binê tesîra vê cumleyê da mabûm û ji wê rojê da ye, yanî ev 33 sal in, sibehan min li neynikê nêrî û min tim ev ji xwe pirsî: Heger îro roja dawî ya jiyana min bûya, tiştên dibê minê îro bikira, gelo minê bixwesta bikim? Piştî ku demeke dirêj min bersîva “na” girt, min fêm kir dibê ez hin tiştan biguherînim.”
Steve Jobs

-Ji do dersê bigire, îroyê bijî, ji bo sibê bi hêvî be.
Albert Einstein
-Her sibe xweş e. Ji bo ku her sibe destpêkeke.
-Jiyan xweş e. Rojeka derbas dibe, saeteke, deqîqeyeke derbas dibe bi paş da nayê.

-Îro, rûpeleke pêşî ya kitêbeke 365 rûpelî ya vala ye, Tiştekî xweş lê binivîse.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE