17 februari 2021

Tilîya Tirkiyê kane di êrîşa ser Hewlêrê da hebe

Heta nuha qenaeta her kesî ew bû êrîşa ser Hewlêrê û binkeyên Amerîkayê bi destê Îranê, Heşdî Şabî hatiye kirin. Min jî wer nivîsî. Ev texmîneke herî beraqil bû.

Lê do rêxistineke heta nuha navê wê nehatîye bihîstin, bi navê "Seraya Ewliya El Dem” êrîş girtiye ser xwe û got ewê êrîşên xwe yên bi vî rengî li hemberî Amerîkayê, Îsraîl û Tirkiyê bidomînin. Min beyan îro dît. Beyaneke balkêş e, di Rûdawê da heye. 

Tevêkirina navê Tirkiyê ez xistim şikê, Tirkiye kane li pişt êrîşê be û ev mantiqîye û mimkûn e.

Tevêkirina navê Tirkiyê dezînformasyon e, ji bo ku şopê ji ser xwe dûr xe.

Îro li dinyayê tu terorîst û tu hêzeke îslamî, dixwaze bira şîî be ya jî sûnî be neyartiya Tiriyê nake.

Li her dera dinyayê hêzên îslamî Erdogan wek şêx û mezinê xwe dibînin. Lema jî dijminatiya Tirkiyê vir e, Erdogan serokê hêzên îslamî yê herî mezin e. Tirkiye mala hemû hêzên îslamî ye. Welatê herî bêtir terorîst û serokên îslamî lê xwe di ewlekariyê da his bikin Tirkîye ye.

 

XXX

Heger Amerîka vê tirrê(êrîşa ser Hewlêrê)ji Îranê ra bihêle, Amerîkayê jahr belav kir;Îranê gelek êrîşên ji viya xerabtir bike. Êrîşa du roj berê prova bû, Îranê xwest Bîden biceribîne. Hegerî Amerîka bersîveke xurt nede Îranê, Amerîkayê jahr belav kir, ev destpêk e, Îranê gelek carên din êrîşên wiha û ji viya xerabtir jî bike.

Tirk, faris, erb her roj êrîşî me dikin, me dikujin, welatê me dagir dikin, gund û bajarên me bombebaran dikin. Ji berk u ji me natirsin, ji berk u zanin em nikanin heyfa xwe ji wan bigrin lema.

Tirk û fairis diwêrin êrîşî Rûsyayê bikin, diwêrin heqaretê li Pûtîn bikin?

Bêguman na, çimkî zanin rûs ewê ji wan ra nehêlin. Dîplomasîya tirk û ereb û farisan zor e, ço ye, ev li ba te tunebe, ewê pê li sere te kin û cave te derxin.

Heger Amerîka naxwaze tiştê tirk û farisan anîne sere me, bînin sere emerîkîyan jî dibê bersîveke baş bide Îranê.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE