17 februari 2021

Birêvebirên Tirkiyê derew ji xwe ra kirine sinet

Serok û birêvebirên Tirkiyê bûne kûreya derewan, hal û karê wan derew e.
Derewên mezin dikin û van derewên xwe tim dubare dikin. Dawiya dawî, gelek kes jê bawer dikin.
Derew ji xwe ra kirine kar, çimkî karên ne li rê dikin, bêqanûniyê dikin, sûcên giran dikin. Hewqas sûcên giran bi rastiyê nayên veşartin, dibê derewan û bêbextîyê bikin. Û dikin, him jî derew û bêbextîyên mezin li kurdan, li gelê xwe dikin.

Wezîrê propagandeya nazîzmê Joseph Goebbels, li ser giringîya derewan gotiye:

”Heger hûn dereweke mezin bikin û derewa xwe tim dubare bikin, dawîya dawî însan ewê ji vê derewa we bawer bikin.
Dewlet ji bo ku muxalefetê bêdeng bike û bikanibe tevayîya hêza xwe bi kar bîne, derew gelkî muhîm e. Çimkî rastî riyeke rast e û ev jî dijminê dewletê ya sereke ye.”


Slogana Joseph Goebbels ya herî muhîm:

-Almanya di ser her tiştî ra ye !
 -Yek gel !
-Yek împaratorî !
-Yek serok !

Silogana serokê dewleta tirk Erdogan jî gav û saetê dubare dike eynî ye:
“Yek milet !
”Yek al !
”Yek weten !
“ Yek dewlet !
Yanî kopyeya slogan Joseph Goebbels e.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE