Hetanî do her sibe bi dîlokeka dilan û bi pêkenînekê min dest bi roja xwe dikir.
Do min got ji ber rewşa me ya xerab ji dilê min nayê ez bi pêkenînan û dîlokan
dest bi rojê bikim. Min pêkenîn û dîlok nenivîsî. Min got ezê çendakî nabênê
bidimê, belkî rewşa me hinekî baştir bibe. Wê demê ezê dîsa dest pê bikim.
Lê vê yekê di jiyana min da valahîyek çê kir. Ez şeqizandim, dûzana min a
rojane xera kir.
Li ber kompîtorê bîstekê ez şaşmayî mam, min dixwest tiştekî binivîsim, bi nivîsekê dest bi rojê bikim, lê min nizanîbû ezê çi binivîsim?
Carnan muzîkek, sitranek, şiîrek, gotineke xweş tesîreke
mezin li meriv dike, di hundurê meriv da tevgerekê dide destpêkirin, dilê meriv
şa dike, îlhamê dide meriv.
Carnan gotineke xweş xemgîniyê, bêhêvîtiyê, ji bo bîstekê be jî ji meriv dûr
dixe, meriv dilşa û umûdwar dike, dilê meriv dev ji girî berdide, dimizice, di
serê meriv da tevgereke pozîtîf dest pê dike.
Ez dixwazim her sibe bi nivîsên xwe bi xwendevanên xwe ra bibim sebebê peydabûna van hest û fikran...
”Şeva herî dirêj, herî tarî jî qedîya, berbangê lê da,” roj
hilat, dinya ronî bû. Meraq nekin ev rojên me yên xerab jî ewê derbas bibin.
-Her sibe tûwaleke vala didin te. Îro tu yê çi xêz bikî?
-Her şev, ya jî her gelş mahkûmî hilatina rojê û mexlûbîyeta
hêvîyê ye.
-Daîm li pey xwe nenêre, tu yê bi wî alî da neçî.
-Jiyan
eynî wek neynikekê ye, heger tu bi wê ra bikenî ewê jî bi te ra bikene.
Em bi ken, bi hêvî dest bi roja xwe bikin, em binêrên roj çi
surprîzê pêşkêşî me dike…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar