16 februari 2021

Ji bo ku sûcdar in lema hewqasî har û êrîşkar in

Sebebê serokkomar Erdogan û Devlet Bahçelî hewqasî har bûne û wek gurên har êrîşî HDPê û her dengê mixalif dikin sûcdarî ye, li çiyayê Garê sîlehên kîmyayî bi kar anîne. Ji bo ku binê wan şil e lema hewqasî êrîşkar in.
Yên li wê kampê, 13 êsîrên wan jî di nav da, giş bi gaza kîmyayî hatine kuştin û dû ra jî merivên xwe gulebaran kirine, ji bo ku bibêjin PKKê kuştine.
Ev îdîa ya HPGê ye. HPG di beyana xwe da wiha dibêje. Bi bawerîya min rast e. Dibê HPG, PKK pisporan bibin kampê û delîlan nîşan bidin.

Heger PKKê bixwesta bikuje, 5-6 salan li ba xwe nedihîştin. Ev 5-6 sal in di destê PKKê da ne, heta nuha ewê kuştibana. Îdîa HPGê rast e, wan bi xwe kuştin.
Ji bo ku malbatên wan êdî dev ji azadkirina wan berdin, ew kuştin. Ji bo wê jî pir dikin qîre qîr, ji bo ku kes neçe ser vê meselê, qetil û sûcdarîya wan dernekve.

Di vê qerembolê da dest bi girtina bi hezaran însanan kirine, kes newêre dengê xwe bike. Kî dengê xwe dike, dibêjin hûn alîkariya qatilên ”şehîdên” me dikin.

Yanî sanaryo baş li hev ragirtine, him 13 kesên serê wan diêşandin kuştin, him jî ewê bi hezaran kurdî bavêjin bin kilîtê. Ji xwe dinya jî bi derdê coronayê da ketiye, her kes mijûl e. Ev meşxûlîya dinyayê ji bo wan firsend e, dixwazin di vê nabênê da derbek baş li kurdan xin.

Di tarîxê da jî tim wiha kirine, gava li dinyayê herb û teşxeleyek heye, gava dinya mijûl e, dest bi qetlîamên xwe dikin. Qetlîama êrmenîyan di demeke wiha da kirin.

Nuha jî epîdemîya coronayê ji bo xwe wek fersendekê dibînin û dixwazin derbeke giran li kurdan xin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE