19 februari 2021

Rabûna li hemberî zulmê wacibê her kesê xwedî ûjdan û bi şeref e

Di gotinê da her kes dibêje ew li dijî zulmê û zalima ye, lê gotin tenê têrê nake, emel jî lazim e; di praktîkê da her kes li dijî zulmê û zaliman ranabe.
Dibê meriv li hemberî zaliman, zulmê û neheqîyê bêdeng nemîne, rabûna li hemberî zulmê û zaliman wacibê her însanê xwedî ûjdan û bi şeref e.

Yê li hemberî zulmê dengê xwe neke, ji nedîve were, ew jî bi qasî zaliman sûcdar e.


Lema jî dibêjin "Kesê rastiyê nebêje, li hemberî neheqîyê bêdeng bimîne îblîs e.”

Dibê meriv ji rastgoyîyê tu carî îmtîna neke, ji zulma zaliman ra, dîktatoran ra çavê xwe negire.

Lê îro Neteweyên Yekgirtî, dewletên mezin û xwedî îmkan û hukim li hemberî zulma tirk û faris li kurdan dikin bêdeng in, wan ceza nakin. Ev bêdengîya dinyayê jî cesaretê dide van zaliman û bêtir zulmê li me dikin, me dikujin, welatê me dagir dikin.
Heger Neteweyên Yekgirtî, NATOyê, dewletên mezin li hemberî terora Tirkiyê û Îranê bêdeng nemana, wanê jî nikanîbûya ev zulm li me bikrana.

Loma jî meriv kane bibêje Neteweyên Yekgirtî, NATO û dewletên mezin ji ber bêdengîya xwe sûcdar in, ew jî şirîkên sûcên Tirkiyê û Îranê ne.

XXX

Di nav sed salên dawî da tirkan sûcên mezin kirin.Milyonek û nîv ermenî qetil kirin, bi sedhezaran rûm ji cî warên wan rakirin, celî Yûnanîstanê kirin. Bi milyonan kurd kuştin,bi çolan xistin û kirin tirk. Giş ji wan ra ma. Ez ditirsim sûc û qetlîamên vê hukûmetê jî jê ra bimîne

Bi kera kût meriv nikane her ser qotê çiyayê bilind.

Bi rêberên ecemî meriv nikane bigihîje hedefa xwe.

Bi siyasetmedarê nezan meriv nikane tiştekî bi dest xe, ked û tahba meriv bi avê da dihere. Westa meriv ji meriv ra kar dimîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE