19 februari 2021

Rûdaw gerek her derwa medyaya tirk ne xeber

 Malpera Rûdawê wek ku platform û ajanseke Tirkiyê be, li Tirkiyê çi dibe, çi nabe, pûlisên tirk li ku derê çi operasyonê dike, hemûyan dike xeber û belav dike.

Lê li Bexdayê, li Şamê, li Tehranê çi dibe, pûlisên van welatan li hemberî Daîşê çi dikin, çi nakin qalê nake, bi qasî xeberên li ser Tirkiyê cî nade xeberên li ser van welatan.

Xeberên li ser Tirkiyê di giraniyê da ne. Gelekên wan jî têkiliya wan bi me tuneye, xeberên ne muhîm in, xeberên medyaya tirkî ne.

Here were Tirkiye û xeberên li ser Tirkiyê. Yekî nizanibe ewê bibêje belkî Rûdaw ajanseke Tirkiyê ye.

Bi baweriya min tiştê kurdan eleqe nake, têkiliya wê bi me tuneye dibê Rûdaw nekeve xeber.
Çi ji me ra "pûlisên tirk li Stenbolê çend Daîşî girtine ?"

Û ji xwe girtina endamên Daîşê jî vir e, manîplasyoneke tirka ye, tirk merivên Daîşê nagrin. Serokên Daîşê li Tirkiyê wek mîran dijîn. Serokê Daîşê El Bexdadî di himêza tirkan da hat kuştin, tirk wek roniya çavên xw eli wî miqate bûn.

Loma jî dibê Rûdaw ji her xebera medyaya tirkî bawer neke û neweşîne. Kurdên bakur ji xwe haya wan ji bûyerên Tirkiyê çê dibe, ji medya tirkî dixwînin.

Ji bo kurdên başûr, rojhilat û rojava jî xeberên operasyonên pûlisên tirk qet ne muhîm in. Çi ji kurdên başûr ra "pûlisên tirk li Stenbolê 9 Daîşî girtine ?"
Wek xeber çi qîmeta vê xeberê heye?

Ma ev pir muhîm e?

Li alî din Rûdaw çi zane ev xeber rast e? Heger rast be jî çi ji me ra?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE