24 februari 2021

Em mîr bûn, xwedî qesir û qonax bûn, tirkan em ji xwe ra kirin karkirên pembo û findiqan

 


Seyahê îngilîz Buckingham, di sala 1820î da dema Riha zîyaret kiriye ev gravurê bajêr çêkiriye û di kitêba xwe da weşandiye.

Wek tê dîtin kultura rûniştin û raketina li ser xanîyan wê demê jî hebûye. Li ser xênî perdeyek, çandirek vegirtine.

Xiristîyan û misilanên bajêr Buckingham ezimandine malên xwe, jê ra mazûbanîyeke bi hêl û mêl kirine, qedir û qîmeteke mezin danê.

Hecî Axa li mala xwe zîyafeteke mezin îkramî Bukingham kiriye. Di çinîk û siniyên zîvîn da 40 cure xwarin/tahm danîne ser sifrê.
Dismalên hevrîşimî hatine bikaranîn.

Yanî 200 sal berê malmezinên kurd jiyaneke hewqasî bi îhtîşam dijiyan, di feraxên zîvîn da xwarin dixwarin. 

Tirkên barbar welatê me wêran kirin û em jî bi erdê va zeliqandin, kirin karkir û xulamên xwe.

Dema meriv tarîxa xwe dixwîne, meriv dibîne tirkan tiştek di me da nehîştine, em helandine, welatê me wêran kirine, em ji qesir û qonaxan derxistine û ji xwe ra kirine karkirên findiq û pembo.

Ji hundur ve dîmenê kuçe û avahiyên Rihayê, ji ser xênî.

Not: Min ev gravur û agahî ji malpera twîttera Baran Zeydanlioglu girt.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE