25 februari 2021

Heger em bixwazin em kanin zimanê xwe ji mirinê xelas bikin

Kurdên ji her çar perçeyên Kurdistanê bi hev ra li Swêd di destpêka sala 1980î da federasyonek ava kirin û bi hev ra tim bi kurdî peyivîn, bi zimanekî din tu carî bi hev ra nepeyivîn.

Kurmanc bi kurmancî, soran bi soranî peyivîn. Carnan jî bi hev ra sormancî peyivîn.

Di viya da israr kirin û ev yek di nav kurdên Swêd da bû adet, bû tradîsyon, bû kultur.

Gava meriv di tiştekî da israr bike, bi demê ra dibe adet, dibe tradîsyon û kultureke civakî.

Kurdên bakur dest bi kampanîya kurdî kirine, lê gelek kes dîsa jî twîttên xwe bi tirkî dinivîsin. Ev nabe.

Heger hûn dixwazin kurd bi hev ra bi kurdî bipeyivin, dibê hûn, yanî kesên pêşengîya vê tevgerê dikin di kurdî da israr bikin û îstîkrarê nîşan bidin. Ji xelkê ra bibin numûne, bira xelk ji we îlhamê bigre.

Him ji Tirkiyê resmîbûna kurdî bixwazin û him jî bi xwe bi kurdî nenivîsin, nepeyivin nabe, li hev nake, berê ji xwe dest pê bikin û di viya da bi îstîkrar bin. Dema we wiha kir, dawî ewê baş be...

 

XXX

Rûdawê di sernivîsa xebereke xwe da gotiye, ”Çekdaran liEfrînê mala kurdekî teqandin û du welatitên kurd jî hatin kuştin.”

Li gorî exalqê rojnamevaniyê dibê rojnamevan rastiyê bibêje, dezînformasyonê belav neke !

Çekdarên li Efrînê çi ye?

Ew ”çekdar” kî ne, navê wan çi ye?

Ev nav, ev sifet dezînformasyon e.

Rûdaw tim viya dike. Hûn pir eyb dikin.

Efrîn di bin dagerkeriya Tirkiyê da ye.

Efrîn di warê îdarî, eskerî ji alî Tirkiyê ve tê îdarekirin. Tirkiye di her warî da ji Efrînê berpirsiyar e.

Esker jî, pûlis jî, ”çekdar” jî yên Tirkiyê ne.

Li Efrînê ”çekdarên” derî Tirkiyê tune ne, giş leşker û pûlisên tirk in.

Lema jî ne ”çekdaran”, leşker û pûlisên tirk mala kurdekî teqandinbe û du kurd kuştine.

Şerem e, xeberê rast bin, xwendevanên xwe nexapînin. Li Efrînê çi dibe, Tikriye dike, leşker û pûlisên tirk dikin, dev ji demagojiya ”çekdaran” berdin !

”Çekdar” kî ne, navê wan çi ye, rast bibêjin !

 

XXX

Yûnanîstanê gotiye "bira Dêra Ayasofya ji nuh ve bi muzexane be."

Kenê min hat !

Ewrûpiyan ji ber tirsonekîya xwe tirk kirin xwedî welat.

Mahrûmno, we ne Ayasofya tenê, we welatek da tirkan.

Tirk bi gotinên wiha dikenin

Heta hûn ev newêrek bin hûn nikanin tu jahrê jî belav bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE