Tirkan di sala 1938a da bi qanûnekê axaftina kurdî li kurdan qedexe kirine, kirine
sûc û kesên bi kurdî peyivîne him hefteyekê xistine hefsê û him jî cezayê pera lê
birrîne.
”8/1-1938
Teklîfa qanûnekê:
Kesên bi tirkî nepeyivin ewê werin cezakirin
Kesên bêyî tirkî bi zimanekî din bipeyive, ewê hefteyekê werin hefskirin û hetanî
100 lîreyî jî cezayê pera lê were birrîn.
Nîvê pereyê cezê ewê wek mikafetê bidin kesên muxbîr.”
Ev qanûna rojnameyê qal kiriye hate qebûl kirin û heta 1950î, îktîdara DPê jî li
hemberî kurdan hat bikaranîn.
Wek hûn dibînin, van tirkên irqçî, nazîst ji bo ku kurdan
asîmîle bikin, bikin tirk, çi anîne serê pêşiyên me, çi zulm li wan kirin.
Sebebê asîmîlasyona gelek kurdan ev qanûn e, ev zulma tirkên barbar û faşîst
in.
Hin kal û pîran qala qedexe û cezakirina axaftina kurdî dikirin meriv bawer
nedikir, bi meriv wek pêkenînê dihat.
Lê wek di rojnameyê da jî xuya dike di sala 1938a da bi qanûnekê kurdî yasax
kirine, kirine sûc û kesên bi kurdî peyivîne xistine hefsê û cezayê pera dane
serê her gotina kurdî.
Wan bi xwe nikanîbûne li her derê kurdan kontrol bikin, ev yek ne mimkûn bûye.
Lê muxbîr girtine. Ji bo ku nehêlin kurd li tu derê bi hev ra bi kurdî
bipeyivin hin kes kirine muxbîr û nîvê perê wek ceza ji kurdan girtine dane muxbîrên
muxbîriya xelkê kirine.
Tarîxa însanîyetê hin îdeolojiyên xerab, wek faşîzmê, nazîzmê, apartheida
Afrîka Başûr dîtiye, lê di tu rejîmê da jî zimanê miletekî, axaftina zimanekî bi
qanûnê nebûye sûc.
Lê tirkan ev yek kirine, axaftina kurdî bi qanûnê kirine sûc û serê her gotinê
cezayê pera li kurdan birrîne.
Lêkolînerên kurd dibê li ser vê mijarê lêkolînan bikin, qanûna kurdî qedexe
kiriye derxin û bikin kurdî.
Qanûn kînga derket, kînga rabû ?
Çi tesîr li kurdan kir?
Rojnameyên wê demê li ser vê mijarê çi nivîsîne, dibê em bizanibin.
Not:Kupura rojnameyê min ji malpera twîtterê ya Baran
Zeydanlioglu girt.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar