26 februari 2021

Hêvî tenê têrê nake

Ez tim ji xwe ra dibêjim Zinar, bêhêvî mebe, wiha dom nake, rojekê ewê baş bibe, rojekê kabê me jî ewê mîr were. Îsal nebû saleke din, vê carê nebû nebû careke din.

Sal li pey hev derbas dibin, lê ez tu başiyê nabînim.

Sal bi sal xwezî bi par.

Tu nemaye sebra min biqede. Ez ditirsim ez tu başiyê nebînim û ji vê dinyayê xatir bixwazim.

Siyasetmedarên me ji dijminên me bêtir min bêhêvî dikin. Xwedê aqilekî baş bide siyasetmedarên me, wan bîne ser rîya baş.
Hêvî baş e, lê hêvî tenê têrê nake, dibê meriv realîst be û li gorî wê hereket bike.

 

XXX

Hin kurd ji bo dozeke bi heq, di riyeke rast da bi hevalên şaş ra dimeşin. Hevalên şaş riyên şaş bi ber meriv dixin. Ji bo ku riya meriv dirêj najo, meriv zû bigihîjin hedef û armanca xwe dibê meriv dev ji hevaltîya kesên şaş berde.

Tirk bi zeytkirinê, bi siyaseta pişo-pişo nerm nabin, bêtir çavsorî û aşûnî dibin. Dibê hûn armanca xwe, daxwaza xwe ji tirkan ra û ji dinyayê ra zelal bikin.

 

XXX

Her kes kane zirarê bide der û dora xwe, tiştên xerab bike û bibêje.

Lê belê her kes nikane bi merivekî çê be û çêyîyê bike. Çêyî, qencî, rindî ne karê her kesî ye, ancax merivê baş kane tiştên baş û bi fêde bike.

Meriv çiqasî xwe ji xeraban, ji fêsad û gelecan dûr xe, bi wan ra nekeve minaqaşê baş e.

Hin mexlûq ji makzayîda nerind in, bi gotinê baş nabin, xwe ji wan bisitirînin.

XXX

Serokê partîya VP(Partîye Weten) Dogu Perînçekê bêşexsîyet gotiye:

”Serokatîya MHPê şerefeke. Ez bi serokatîya MHPê tehdît nabim. MHP partîyeke welatperwer e.”

Ji bo Dogu Perînçek ya muhîm neyartîya kurdan û şelafîya dewletê ye. Ji bo van herdu tiştan namerdîya neke tuneye, kane bibe her tişt.

 

XXX

Di medyaya sosyal da carnan bi ber çavê min dikeve, dibêjin efendim "kurd êdî ne kurdên berê ne."

Ez nizanim çi yê kurdên nuha ji "kurdên berê" baştir û pêşdatir e?

Yekî nizanibe ewê bibêje belkî me kela feth kiriye.

Li her çar perçên Kurdistanê jî em bi hev ra bêtifaq in û gelê me jî perîşan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE