26 februari 2021

Gelek ker ji vir şemitîne

Wexta hilbijartinan bû, siyasetmedarek li gundên çiyê digeriya, ji milet ray dixwst.

Bi peyatî ji gundekî diçû gundekî din. Rê pirr asê û ziravîçko bû, alîyekî rê jî newalekî kûr bû. Gunduyê ji siyasetmedêr ra rêberî dikir, jê ra got:

-Li xwe miqate be, tu neşemite, heta nuha gelek ker ji vî kaşî gundorî vê nawala jêr bûne.

 

Tu ji kesî ra nebêjî ha !

Rojekê serok Erdogan li Floryayê dikeve bahrê, bîstekê ajnê dike. Hinekî zêde bi nav bahrê da diçe û diweste; dike çelpe-çelp, geh bi bin avê dikeve, geh bi ser avê dikeve.

Şansê wî heye, masîgirekî kurd li rexê bahrê xwe dighînê û wî xelas dike. Piştî demek kurt hişê Erdogan tê serî, ji mêrik ra dibêje:

-Eêê birako, te ez ji mirinê xelas kirim. Ev, çêyîyeke pir mezin e. Tu ji min çi bixwazî ezê bidim te. Hema destê te ji te ra; tu pera dixwazî, qesir û qonaxan dixwazî, tu çi bixwazî ezê bidim te…

-Masîgirê kurd dibêje:

-Errrik ! ma tu meivekî hewqasî dewlemend î lo?

-Qey ez dewlemend im. Ma te nizanibû? Ez serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan im. Te çawa ez nas nekirim?

Li ser viya masîgirê kurd dibêje:

-Eman eman, ez ketime bextê te, ez ji te ne rutbê û ne jî qesir û qonaxan dixwazim. Bes hêvi û rica min ji te ev e: tuyê ji kesî ra nebêjî ku min tu xelas kirîye. Heger kurd bi vê yekê bihesin ewê min zîfêl zifêlî bikin.

 

Kalîtî û xortanî

Xoce Nesredîn rojekê ji bestekê derbas dibû. Xwe ji ser kevirekî çindî ser kevirekî din kir, nigê wî şemitî, ket. Şil û pil bû, di ber xwe da got:

-Hey gidî dinyayê, dema meriv kal bibe wiha ye.

Dûra bala xwe da dora xwe kes tuneye. Îcar jî got:

-Wele di xortanîya xwe da jî tu ne tu tişt bû, qet neke sûcê kalîtîyê.

 

 

Qey ewê bişkê

Şufêrê cîbê xwest wîtêzê biguherîne û bêtir suretê bide cîbê, şîşika wîtêzê ji cî derket. Gozê gava dît şîşa wîtêzê ji cî derket, li şufêrê xort rabû, got:

-Bi serê te min zanîbû ewê wiha bibe. Ji vêsê da ye te bela xwe tê daye, xirt û ha xirt, xirt û ha xirt, ma ne pola ye, qey ewê bişkê…

 

Ev ne karê tuxtor e

Xoce Nesredîn rojekê ji kerê xwe da ket, li erdê bû term. Nas û dost lê kom bûn, kirin ax wax, gotin:

-Xoce, ma em herin tuxtorekî bînin ser te ?

Xoce got:

-Na na, ban tu tuxtor muxtorî nekin. Tuxtor ji halê min fêm nake. Ancax yekî ji kerê da ketibe ji halê min fêm bike. Herin yekî berê ji kerê da ketiye bibînin, yên ji kerê da ketine ji hal û ehwalê hev fêm dikin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE