Sebebê esasî yê ku hetanî nuha me nikanîbûye welatê xwe rizgar bikin û bibin xwedî dewlet bêtifaqîya me ye. Hêza dijmin û faktorên din jî ne sebebên esanî ne, hemû sebebên talî ne.
Îro jî ji ber eynî sebebê, yanî ji ber bêtifaqiyê em nikanin li tu beşekî
Kurdistanê ji bindestiyê xelas bibin û dewleta xwe ava bikin.
Di vir da him wek milet û him jî wek serok û siyasetmedar kêmasî û sûcê herî
mezin yê me ye.
Em ne jîr û zana ne.
Wek milet, wek pêşengên siyasî, ji bo ku em bibin xwedî dewlet hereket nakin, tivdîra xwe ji bovê hedefê nagerînin, siyaseteke li gorî vê armancê nameşînin.
Miletên ji bindestiyê xelas bûne giş bi saya yekîtiya netewî û serok û siyasetmedarên jîr, millî xelas bûne û bûne xwedî dewlet.
Yê me ev tuneye, yên hene zeîf in, têrê nake. Yên xurt, yên xwedî hêz berjewendîyên xwe di ser avabûna Kurdistnaê ra digrin, lema li hev nakin.
Lema her yek pişta xwe dispirê dewleteke neyar.
Miletên azadbûne yekîtiya xwe çêkirine û piraniyê azadî û serxwebûna xwe xwestiye.
Yê me kurdan deh qatê yên serxwebûnê dixwazin, yên li dij hene, yên bûne hevalên neyar û bi neyaran ra şerê gelê xwe dikin, li Kurdistanê bûne cahş û çeteyên dijmin hene.
Li her bajarê Kurdistanê partiyên tirkî hemû hene û ji kurdan bi milyonana rayan digrin. Berpirsiyarên wan kurd in û yên rayan didin wan kurd in.
De îcar emê çawa bikanibin zora dijminê xwe bibin?
Ji bo ku em kanibin zora dijminê xwe bibin, dibê em van cahş û xayinan ji dijmin biqetînin.
Hetanî hewqas cahş û xayinên me hebin em nikanin zora dijminê xwe bibin; dibê em vê rewşê biguherînin.
Dibê kurd hevaltî û piştgiriya bi dijmin ra, bi hêzên dagirker ra wek sûc, wek qebhetekê, wek cirmekê bibînin û van hevalbendên neyar afaroz bikin, silavê nedin wan, wan li derî civatê bihêlin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar