27 februari 2021

Temam tu Ataturk î !

 Li wê dinyê Ezraîl ji Mustefa Kemal pirsî, got:
-Tu ki yî?
Ataturk got:
-Ez Ataturk im.  Ma ne şerm e hûn min nas nakin?
Ezraîl got:
-Bi gotinê tenê em nikanin qebûl bikin ku tu Ataturk î, dibê bi hawakî, bi tiştekî tu xwe îspat bikî tu Ataturk î.
Ataturk got:


-Heger hûn şahidan dixwazin şahidên min pirr in. Hûn kanin ji Talat, ji Enver, ji  Cemal û ji Abdulhemîd bipirsin. Heger ev jî têr nake, dixwazin bînin rarûyi min bikin.

Ezraîl qebûl nekir, got:

Li vir şahidiya vana yekî jî ne muteber e, dibê tu xwe bi tiştekî din îspat bikî. Ataturk mecbûr ma, got:

Baş e, ka bibêjin bi çi hawî dibê ez îspat bikim?
Ezraîl got:
-Yên berî te hatin gişan yek bi yek bi hin marîfetên xwe, xwe îspat kirin. Mesela, Beethoven û Mozart bi muzîka xwe, xwe îspat kirin.

Victor Hugo ji Sefîlan rûpelek xwend.
Pûşkin helbestek xwend.
Raphael tabloyek çêkir.
Dante ji Komedîya Îlahî, Cerwantes ji Don Kîşot, Shakespeare ji Hamlet, Balzak ji Nêrgiza Di Gelî da, Goethe ji Faust hin perçe xwendin. Marks jî ji Kapîtala xwe rûpelek xwend. Bi vî hawî gişan xwe îspat kirin ew kî ne. Nuha dora te ye. Dibê tu jî wek wan, xwe bi tiþtekî îspat bikî.

-Min meraq kir, ma ev navên we jimartin kî ne? Bi qasî ku tê bîra min di ordîya me da tu zabitên bi van navan tunebûn...
Ezrail got:
-Temam, nuha me bawer kir ku tu Ataturk î.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE