27 februari 2021

Li Kerkûkê ereb bi navê Daîşê êrîşî kurdan dikin, hukûmeta Kurdistanê jî lê temaşe dike !

meta 

Ereb li Kerkûkê û Germîyan bi navê Daîşê, fena ku ew Daîş bin êrîşî kurdan dikin, malên wan dişewitînin. Dixwazin Germîyan û Kerkûkê ji kurdan paqij bikin.

Hukûmeta Kurdistanê jî li hemberî van êrîşên ser kurdan bêdeng e, lê temaşe dike!
Tiştekî nake, naçe hawara gelê xwe. Di vî warî da dengekî dernaxe, beyanekê nade, gavekê navêje.

Wele hûn tunebûna baştir bû.

Serokê Îraqê Berhem Salih kurd e. Wezîrê karûbarên derve yê Îraqê Fûad Husên kurd e. Xwedêgiravî vana li ser navê kurdan li wir in.
Lê bi qasî bekçîyekî kuçan jî giranîya wan tuneye. Tenê nav e, navekî beradayî ye, ji bo xapandina miletê kurd e.
Ma çi qîmeta hebûna hukûmeta Kurdistanê û partiyan heye, piştî ku nikanibin gelê xwe biparêzin?
Piştî ku di rojeke wiha da jî neçin hawara gelê tunebin çêtir e…
Qenekê me yê bigota kesî me tuneye.

Ereb vê zulmê li kurdan bikin, hûn jî pel pel li wan temaşe bikin...

Hûn ne tiştek in, hûn ne layiqî vî miletî ne...

 

XXX

Ereb, tirk, faris tenê ji zorê û devê tivinga mor fêm dikin. Ji bo ku çavê te dernexin, ji bo ku te nekujin, dibê ji te bitirsin.

Ji bo ku tirk, ereb û faris ji me natirsin her roj me dikujin, bênabên agir bi ser me û welatê me da dibarînin.

Heger Amerîka lê nexe, ewê aşûnî, gewî bibin û gelek jahrên din belav bikin. Dibê Amerîka lêxe.

Ji bo Îranê çeteyên ereb ev derseke baş e. Êdî ewê giran bin...


XXX

-Henek menek, rojbûna Corona xanimê nêz dibe. Dibê em dîyarîyekê bidinê. Gelo emê çi pê ve kin?

Wê maske bi me ve kir !

 

Dibêjin, heger tu dizîtiya diz bi bîra diz nexî, pê bidî jibîrkirin, ewê aşûnî bibe, ewê dersa exlaq û diristiyê bide te.

Li Tirkiyê diz, virek bûne mamosteyên exlaq û rindiyê…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE