27 februari 2021

Corona malxerab çi anî serê me !


Li Swêd Dahîreya Tendurustuyê îro biryar daye, gotiye ji 1ê adarê û pê da du kes ewê nikanibin li aşxaneyê li ser maseyekê bi hev ra xwarinê bixwin.
Gerek her şexsek xwarina xwe li ser maseyekê bi tenê bixwe.

Vê biryara Dahîreya Tendurustiyê ez xeyalşikestî kirim. Ez û xanima xwe êdî emê nikanibin li aşxaneyeekê bi hev ra pîzzayeke îtalî jî bixun...


Ji zû da bû min xeyal dikir, min ji xwe ra digot, roja Corona li me were rahmê, li ser me hinekî sist bike, ez û xanim, emê têkevin milên hev û herin aşxaneyeke îtalî û pîzayeke îtalî bixun.

Lê piştî vê biryara Dahîreya Tendurustiyê ew xeyala min jî şikest, rojekê em herin jî emê nikanibin li ser maseyekê pîzzeya xwe bi hev ra bixun, dibê em cihê, cihê rûnin û ji dûr va li hev binêrin.
Yanî ev îş e?
Ez vê biryarê red û protesto dikim ! Bihêlin bira jin û mêr xwarina xwe bi hev ra bixun…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE