24 februari 2021

Tirkiye dawîya dawî ewê dev ji bikaranîna fuzeyên S-400î berde

 


Tirkiye zû dereng ewê sîstema parastinê ya S-400î biterikîne, ya ewê bi paş da bide rûsan, ya jî ewê bavêje ser sergo.
Lê viya nuha nakin, nazîyan dikin, fena ku ewê dev jê bernedin dipeyivin.
Lê vir e, ji bo ku Amerîkiyan ji kurdan dûr xin, ji bo ku Amerîka hevkariya xwe ji kurdên rojava qut bike, bi S-400î bi wan ra bazarê dikin.


Ji Amerîkiyan ra dibêjin, hûn dev ji alîkariya kurdên rojava berdin, emê jî kirîna S-400î betal bikin. Roja Amerîka vê daxwaza tirkan qebûl bike, dev ji hevkarî û piştgiriya kurdên rojava berde, piştgiriyê nede otonomî, federayon û serxwebûna kurdan tirk ewê S-400a derhal îmha bikin. Lê Amerîka hîn nehatiye vê nuxteyê.

Hemû melele ev e.

Tirk jî naxwazin S-400an ji Rûsan bikirin, ew jî zanin ev yek ji bo wan malwêranî û întîxar e. Çimkî hebûna wan xêra NATOyê û Xerbê ye, roja ji NATOyê û ji Xerbê dûr kevin, Kurdistan ewê çê bibe.

Ne hevaltiya Rûsyayê, hevaltîya NATOyê û Xerbê rê li ber çê bûna Kurdistanê girtiye. Roja tirk ji NATOyê, Amerîkayê û Xerbê dûr kevin îşê wan diqede, kurd ewê azad bibin. Yên nahêlin kurd azad bibin û Kurdistan çê be ne Rûsyaya ye, NATO ye, Amerîkaye, Yekîtiya Ewrûpayê ye. Tirk viya pir baş zanin, di bazara S-400î da fêlbazîyê dikin.

Tirkan ji bo ku Rûs Efrînê bidin wan S-400 kirîn. Û di bazara xwe da bi ser jî ketin.

Pûtîn Efrîn jî bi S-400î ra firot Erdogan.
Erdogan ji bo ku kanibe Efrînê dagir bike S-400 ji Pûtîn wek bertîlekê kirî, bi texmîna min ewê rojekê bavêje.

Erdogan nuha jî eynî taktîkê li hemberî emerîkiyan bi kar tîne; ji bo ku Amerîka piştgiriyê nede otonomî, federasyon û serxwebûna kurdan, bi Amerîkayê ra bazariyê dike, dibêje hûn têkiliya xwe bi kurdan ra qut kin, destegê nedin wan, emê S-400an bavêjin ser sergo.

Îhtîmala Amerîka daxwaza Erdogan qebûl bike pir zêde ye.

Bêtifaqî û dubendîya nabêna kurdan vê îhtîmalê zêdetir dike.

Amerîka her tim kane vê daxwaza Erdogan qebûl bike û dev ji alîkariya kurdan berde.
Lê heger Amerîka vê daxwaza Erdogan qebûl neke jî, yanî dev ji alîkariya kurdên rojava bernede jî Tirkiye ewê sîstema S-400î aktîf neke, ya ewê paş da bide Rûsyayê, ya jî riyeke Amerîka û Nato qebûl dikin bibîne; ji bo ku têkiliya xwe bi Amerîkayê û bi Natoyê ra xera neke. Tirk zanin dûrketine ji Natoyê, ji Amerîkayê ewê rewşa wan xerabtir bike û fêdê bide kurdan, şansê çêbûna Kurdistaneke serbixwe zêdetir bike. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE