23 februari 2021

Çîroka berçavka min

 

Berçavka min a pêşî

Ezê îro qala çîroka berçavka xwe ya pêşî, ya ewil bikim. Ez bawer dikim ev nêzî 50î salî ye ez bi berçavk im.
Min nizanîbû çavên min hewqasî xera bûne. Sal nuha nayê bîra min. Lê ez dibêjim ewê 1972-1973ê be. Rojekê li Wêranşarê ez û Mihemed Wûral û çend havlên din li qahwê rûniştibûn, me sohbet dikir.
Mihemed, hevalên ji dûr da dihatin nas dikir, tabeleyên dikanan ji dûr va kanîbû bixwenda, digot ez pir baş dibînim.
Tiştên Mihemed û hevalên din ditîn û kanîbûn bixwendana min yek jî neditît û nikanîbû bixwenda.

Gotin wê demê ji te ra berçavk lazim e.
Wan salan li Wêranşarê ne tuxtorê çava hebû, ne jî optîker. Lema jî 
roja din min lêxist, ez çûm Dîlokê(Entabê). Çûm ser optîkerekî, min berçavkek reş û qalind ji xwe ra hilbijart.

Ji ba optîker derketim derve, min bi heyecan berçavka xwe da ber çavê xwe û dest bi xwendina tabêleyên kolanê û dikanan kir. Min çavê xwe baer mekir, tiştên berê ji wê mesafeyê min nikanîbû bixwenda, êdî min didît û kanîbû bixwenda.

Wê rojê heta ez vegerîyam mal, hal û karê min xwendina tabêleyên dikanan bû. Min dîtina çavê xwe diceriband. Ez pir kêfxweş bûm, fena ku heta wê rojê ez kor bûm, ez bûbûm xwedî çav.

Xanima min jî di dawiya emrê xwe da ewêpîreke bi berçavk, ewê jî wek min bibe çarçav...

Xanim jî ji zûda ye ketiye rewşa min, çavê wê jî baş nabînin. Ev çand sal in em jê ra dibêjin em herin ser optîker, ji e ra berçavkê bigrin, tim dibêje na, dibêje ez ji berçavkê hez nakim.

Axirê do min û zarokan ew îqna kir, got temam.  Îro em çûn Huddîngê ser Synsamê. Piştî miayenê du berçavk danê; yek ji bo xwendinê, yek jî jib o daimî. Êdî em herdu jî bi berçavk in. Roniya çavên wê piştî pîrbûnê dest pê kir, lê ya min di 23-24 salîya min da dest pê kir.
Ez bi xwe ji berçavkê ne aciz im, berçavk bûye perçakî bedena min, bêyî wê ez nikanim rindikî ber xwe bibînim.
Lê xanim hîn fêr nebûye, ew jî jî hêdî hêdî fêr bibe. Yên berçavk îcad kiin mala wan ava be, xêra wan em ber xwe dibînin, kanin bixwînin û binivîsin.

Berçavka li ber cavê min ya di nivîsê da min qala serpêhatiya wê kir. Risim, Mihemed Kuçuk li mala me girtiye. Yê di himêza min da Azadê lawikê me ye, nuxurîye me ye.
Tarîx ya dawiya sala 1976a ye, ya jî meha pêşî ya 1977a ye. Wêranşar e, mehela Golê ye.

2 kommentarer:

  1. Xalê Zinar heyranê wan fotoyên te yên reş û sipî yên ji salên li Wêranşarê me. Ellllllêêêêê, çi çakî çelengî ye ew, şûr simbêlan nabire, çakûç berçavkê naşkîne :)

    SvaraRadera
  2. Gelek sipas Emer.
    Rast e, ji wan salan çend rismên min ên pir xweş hene. Yê ev foto girt risimkêşekî hoste bû, dikana wî hebû. Sê heval bûn. Piştî lîse qedandin bi hev ra fotxaneyeke bi navê "Foto Uçler", yanî sê heval vekirin.
    Navê vî hevalê ev risim girt Mehmet Kuçuk e, nuha li Îzmîrê ye, mamoste ye.
    Ji ber ku ez nuh bûme bavê lawekî,lema jî şûr simêla min nabirre.

    SvaraRadera

PARVE BIKE