23 februari 2021

Lok e ya arwane ye

Rojekê erebekî ji Kufê hinik tit miþtên firotinê li deveyê xwe dike û dihere Şamê. Li Şamê çima erebekî şamî li devê mêrik xwedî dernakeve, bi devê ve dibe qirnî, dibêje:

-Kevir jî ji ezmanan da bibare ev arwane(deva mê) a min e.

Rebenê erebê kufeyî dibêje:

- Lawo, tu dîn î, tu biaqil î? ? Carê ev deve ji torimtiya xwe hetanî nuha wer li ber mala min mezin bûye û ji vê da jî bikeve, ev deve ne arwane ye, lok e.
Yê şamî qet guh nade gotinên yê kufeyî, bêyî ku xwe biêþîne, dibêje:

- Na, wele ev arwane ya min e.

A min e, ne a te ye, bi vî hawî gelekî li ber hev didin. Lê tiştekî naxin serê hev, herkes ya xwe dibêje. Dawiya dawiyê mesele dihere digihîje Muawiye. Wê demê navbera Kufê û Şamê jî dijminatî bûye, ji hev ra gulle helandine, herdu alî jî di haziriya herbê da bûne. Ji ber vê yekê jî mesele pirr mezin dibe, fire digere. Muawiye li hember cimateke mezin dest bi dawa wan dike. Her kes bê sebir e, biryara Muawî ye meraq dike. Dibêje gelo wê dawî çi be? Kî yê bibe xwediyê devê?

Muawiye, bi dengê hêlî ji mêrikê şamî dipirse:

-Ev arwane (deva mê) ya kê ye?

Yê şamî tavilê bersivê didê:

-Ya min e,

Muawiye hema di cî da biryara xwe eşkere dike:

-Ev arwane ya mêrikê şamî ye.
Piştî vê biryara xwe, vedigere ser cimatê, ji cimatê dipirse:

-Ya cimaet! Ma ev arvane ya kê ye?

Cimaet jî bi yek dengî dibêje:

-Arwane ya mêrikê şamî ye.

Bi vî hawî mêrikê şamî li ciyê rihetiyê dibe xwediyê lokekî.
Xwediyê lok, mêrikê kufeyî ji xwe ra mit û mat dimîne, nizane ka wê çi bibêje! Bi zor lokê wî jê distînin.
Di vê nabênê da Muawiye, ban yê kurfeyî dike, wî xewle dike, jê ra dibêje:

-Li min mêze, ez jî zanim û tu jî zanî ku ev deve ne arwane ye, lok e  û yê te ye. Nuha çaxa tu vegeriya Kufê, ev tiştê ku te li vir dît, here yek bi yek ji Elî ra qal bike û bibêje ku:

Li Şamê deh hezar peyayên Muawiye yên deveyê nêr û mê (arwane û lok) ji hev nagerînin hene.

Rewşa me û tirkan jî ev e, bi milyonan tirkên irqçî, faşîst dane dû rejîmeke hov û hebûna me û welatê me înkar dikin, dibêjin hûn tunene, Kurdistan welatê me ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE