22 februari 2021

Di kampanîya zimanê dayikê da dibê her kes ji xwe dest pê bike

Gelek kes beşdraî kampanîya zimanê dayikê, zimanê kurdî bûne, piştgiriyê didin vê kampanîyê, beyanên TZKê, PZKê û HezKurdê belav dikin û dixwazin kurd li zimanê xwe xwedî derkevin, êdî bi kurdî bibpeyivin.
Tevgereke pir baş e, dibê meriv bi xurtî destegê bidê û berfirehtir bike.

Ji kesên serkêşiya kampanîyê dikin û yên piştgiriyê didinê gelekên wan li malên xwe bi kurdî napeyivin, zarokên wan bi kurdî nizanin.


Çimkî zimanê wan ê malê tirkî ye, yanî li malê bi zarokên xwe ra bi kurdî napeyivin, bi tirkî diepyivin.
Gelekên xwe nizanin bi kurdî bixwînin û binivîsin, yên zanin jî baş nizanin.

Bi baweriya min kesên wiha dibê ji xwe dest pê bikin, dibê ew bi xwe zimanê xwe yê malê bikin kurdî û êdî bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin. Tiştê meriv ji xelkê xwest dibê bi xwe jî bike. Ya rast ev e, dibê meriv ji xwe dest pê bike.
Yên Kurdistanê dixwazin gerek bi kurdî bizanibin, zarokên xwe bi kurdî(kurmancî-zazakî)mezin bikin, bizanibin bi kurdî binivîsin û bixwînin. Zimanê kurdan kurdî ye, Kurdistan bi kurdî çê dibe.

XXX

Carnan ez dibihîzim, dibêjin ew bi xwe kurd e, mamosteyê zimanê kurdî ye, lê li mala xwe bi zarokên xwe ra tirkî dipeyive. Heger ev îdîa rast be, ew mamoste eyb dike, di warê moral da ne rast e.

XXX

Otosansor exlaqekî ne baş e, kultureke tirsonekîyê ye. Gava di civatekê da otonasor bi pêş dikeve, dibe wek tebekê, wek şewbekê li civatê belav dibe, hêdî hêdî dib norm û kulturek. Ev jî kultureke bi zirar e.

Meriv xwe sansor neke,biwêribe fikrê xwe bibêje ji oportunîstiyê baştir e

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE