22 februari 2021

Agahiyek nuh ji xwendevanên hindik-rindik ra

Çend roj berê min gotibû ji ber rewşa me ya sîyasî şapatekê ezê nabênê bidim dîlokên dilan û pêkenînan.

Lê zêde sebra min nehat, îro ez dîsa dest pê dikim. Him hin xwendevanan xwestin ez dom bikim û him jî min bala xwe dayê rewş hinekî sakîn xuya dike. 

Herçî halê me kurda ye, ji xwe tim halê helawçîya ye, her dera me tim ard û rûn û şekir e. Li ser serê me her tim şer û ceng e. Hin kes ne xema wan e, lê ez zû di bin tesîra rewşê da dimînim û xemgîn dibim.
Heta em bindest bin, nebin xwedî Kurdistaneke serbixwe, emê tim wiha perîşan bin. Xemgîniya min rewşê naguhere.

Ev ne karê tuxtor e

Xoce Nesredîn rojekê ji kerê xwe da ket, li erdê bû term. Nas û dost lê kom bûn, kirin ax wax, gotin:

-Xoce, ma em herin tuxtorekî bînin ser te ?

Xoce got:

-Na na, ban tu tuxtor muxtorî nekin. Tuxtor ji halê min fêm nake. Ancax yekî ji kerê da ketibe ji halê min fêm bike. Herin yekî berê ji kerê da ketiye bibînin, yên ji kerê da ketine ji hal û ehwalê hev fêm dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE