Rokê jinikê gazin ji mêrê xwe kir, got:
-Tu qet alî min nakî, kar û barê malê giş di hustuyê min da
ye. Ez heta êvarê nig di bin xwe ve
nakim.
Sibê zû radibim, dewar, heywan-meywanê malê alif dikim, cî-miyan
radikim, paşê, xwarin.-marinê hazir dikim.
Dûre hevîr dikim, nan-man lêdixim.
Piştî wê jî wexta bêriyê ye, diçim pez-mezê malê didoşim, kinc-mincên qilêrî dişom.Welhasil ji sibê heta êvarê pişta xwe rast nakim.
Tu jî wek mîra heta êvarî bi kêfa dilê xwe digerî, li odê vezelîyayî ye, qet nabêjî wele hema ez jî destê xwe bavêjim ji karekî da. Ma ez hesin im?
Mêrê got:
-Ya hurme, wele gilî û gazinên te giş rast in, di cî da ne. Hema ji iro û şûn da emê karê malê
bi helalî li hev par kin, nîvî tu yê bikî û nîvî jî ezê bikim.
Jinikê got:
-Çawa?
Mêrik go:
-Sibê zû
emê rabin, tu yê dewêr alif bikî, ezê jî mewêr.
Tu yê ciyan rakî, ezê jî miyan.
Tu yê hevîr bikî, mevîr jî ezê bikim.
Xwarinê tu yê hazir bikî, marinê jî ezê
bikim.
Kincên zarokan tu yê bişo, mincên wan jî
ezê bişom.
Nan tu yê lêxî, man jî ezê lêxim.
Pezê malê tu yê bidoşî, mez
jî ezê bidoşim.
Yanî ji nuha û pê da emê karên xwe gişî nîvî nîvî bikin, bira barê te jî hinekî sivik bibe...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar