21 februari 2021

Xwezî kurdekî xêv jî tunebûya

Di nav her miletî da merivên xêv, totikvala hene. Nabe her kes jîr û biaqil be.

Dibê hinek jî aqilsivik bin.

Ez bi viya zanim.
Lê dîsa jî di medyaya sosyal da dema rastî kurdekî xêv, totikvala têm pê diqeherim dibim, ji hêrsa dihelim, dibêjim xwezî ev camêr hinekî din biaqil bûya, ev pey nekira, ya jî xwezî tew ne kurd bûya.

Tiştekî pir ecêb e, di van platforman da ez qet rastî jinên xêv, aqilsivik nehatime. Heger hebin jî ez rastî wan nehatime. Qey pir hindik in, lema meriv wan zû bi zû nabîne. Lê malnetê xêvên mêran pir in

Jinên di van plarforman da min ew nas kirine giş jî biaqil, zîrek û maqûl in. Xwezî bikanîbûna ji aqilên xwe hinek bidana me jî, ji me ra pir lazim e.

Kêfa min pir ji kurdê jîr, zana ra tê, dixwazim kurdê xêv, totikvala tunebe.

Lê hebûna kurdên xayin, kurdên bûne hevalên dijmin jî min nerehet dike, ji bo wan jî dibêjim xwezî yek kurd jî nebûya hevalê neyar û dijminê qewmê xwe.

XXX

Heger meriv bizanibe alkol, cixare ya jî xarinek, mêweyek li meriv nayê, ji siheta meriv ra bi zirar e dibê meriv wê vexwarinê venexwe, wê xwarinê, wê mêweyê nexwe. Nabe meriv him bibêje ji sîheta min ra bi zirar e, him jî dev ji xwarin û vexwarina wan tiştan bernede.

Heger hûn dibêjin axaftin û nivîsîna bi tirkî ji me ra bi zirar e, me asîmîle dike, dibê hûn dev ji tirkî berdin, bi zarokên xwe ra, bi hev ra bi kurdî bipeyivin, yên nizanin fêr bibin, xwendin û nivîsîna xwe ya kurdî bi pêş xin.

Bi sloganên di medyaya sosal da, bi çend civîn û beyanan kurdî ji mirinê xelas nabe.

Ji bo ku kurdî ji mirinê xelas bibe dibê bibe ziman malê, zimanê bazarê, zimanê siyasetê, zimanê edebî. Hetanî ev nebe kurdî mahkûmî mirinêye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE