21 februari 2021

Pêşnîyarek ji hereketên zimanê kurdî ra

 


Îro, 21ê sibatê roja zimanê dayikê yê cîhanî ye. Li bakurê Kurdistanê kurdan ji bo zimên xebat û tevgerek mezin dane destpêkirin.

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) û Tora Ziman û Çanda kurdî (TZK), ji bo resmîbûna kurdî û perwerdeya bi kurdî bi hev ra kampanîyek dane destpêkirin, beyanek mişterek belav kirine.

Di beyana xwe da ji hukûmeta AKPê dixwazin kurdî jî wek tirkî bibe zimanekî resmî û zarokên kurd jî wek yên tirk bi zimanê xwe bixwînin.


PZKê û TZKê di 22ê mehê da ewê kampanîyeke topkirina îmzeyan jî bidin destpêkirin, dixwazin bi milyonan îmze werin topkirin, ewê îmzeyên hatine topkirin bi daxwaznameyê ra bişînin ji hukûmetê ra.

Ev xebatên tên kirin giş jî baş in, dibê werin kirin û hîn jî berfirehtir bibin. Dibê bi milyonan îmze werin topkirin, ev yek gelkî muhîm e û karekî bi tesîr e.

HezKurdê jî bi eynî armancê kampanîyek daye destpêkirin, ew jî ji hukûmetê eynî daxwazê dike.

Pêşnîyareke min ji PZKê û TZKê û HezKurdê ra heye. Du roj berê serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji bona hebûna miletekî ziman çiqasî muhîm e axaftinek kir. Erdogan di wê axaftina xwe da gotiye:

”Miletê zimanê xwe wenda bike hafizeya xwe wenda dike, şexsîyeta xwe wenda dike, heta û heta bawerîya xwe jî wenda dike.

Civatên girêdana xwe bi zimanê xwe ra sist bikin, bi demê ra dibin kerî, nikanin xwe ji kolonyalîzmê, ji bênasnametîyê xelas bikin.

Li parzemîna Ewrûpayê beşekî mezin ê hemnîjadên me (yanî tirkan) ji ber ku girêdana wan bi zimanê wan ra qut bû, em baş zanin giş bûn silaw.”

Bi bawerîya min dibê PZK, TZK û HezKurd van gotinên Erdogan li beyana xwe zêde bikin û ji partiyên tirk ra bişînin, bibêjin wek Erdogan jî gotiye, em naxwazin asîmîle bibin, bibin ”kerî, bibin miletekî bê hafiza, bê şexsîyet, bê huwîyet...”

Tiştê Erdogan ji bo tirkan dixwaze, em jî ji bo miletê xwe dixwazin, em jî naxwazin bibin  ”kerî, bibin miletekî bê hafize û bê şexsîyet…”

Yanî dibê tevgerên zimên, partiyên kurdî, siyasetmedarên kurd van gotinên Erdogan tim dubare bikin, tim bi bîra tirkan û partiyên tirk xînin û bibêjin, gotinên Erdogan rast in, lema jî em dixwazin zimanê me jî bibe zimanekî resmî û zarokên me jî wek yên tirk bi zimanê xwe bixwînin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE