21 februari 2021

Yendo

Yendo navmalî bû. Buhar bû û axayê Yendo bana xwe  biribû zozanan. Rojekê Yendo çû banê, ba axê xwe. Axê pirsa gund ji Yendo kir, got:

- Law Yendo, li gund çi heye çi tuneye ?

Yendo got:

- Bi Xwedê rehetî ye, qet tiştekî xerîb tuneye.

Axê got:

- Ma tew ji binde tişt tuneye ?

Yendo got:

- Na wele qet tişt tuneye. Hew kûçikê we Qîşo cehimî bû.

Axê got:

- Kuro Yendo, Qîþo wek şêrekî bû, kûçikê me yê gurxenêq bû. Çi pê hat, hema  wiha ji nişkave cehimî ?

Yendo got:

- Tapanê lokê qemer xwar, hestî di gewriyê da ma û cehimî.

Axê bi hawakî hîn matmayî got:

- Kuro Yendo, lokê qemer lokekî cid’an bû, te kanîbû bana me giş lêkira. Ma ji bo çi mirar bû ?

Yendo got:

- Wele bira  serê te û zarokan sax be! Wê rojê bavê te çû rahmetê, di bin darbesta bavê te da gelekî westiya û dû ra mirar bû.

Bi vê xeberê axa tew ji bin da dîn bû, axîn pê ket, li conga xwe xist, got:

Law Yendo, nuha bavê min jî mir ?

Yendo got:

- Erê wele, piştî diya te çû rahmetê bi çend rojan, ew jî çû ser heqiya xwe.

Axê got.

- Anuha diya min jî mir ?

Yendo got:

- Erê wele ew jî mir. Piştî keça te bi pey xelkê ket, hal û karê wê wer şîn û girî bû, hingî bi şev û roj porê xwe kişand û li sînga xwe xist, dilê wê sekinî û mir.

Axê got:

- Ê kuro çima tu nabêjî agir bi mala min ketiye !

Yendo got:

- Na na xeman mexwe, berî ku ez bi rêkevim, bi alîkariya cîranan me bi temamî vemirand.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE