20 februari 2021

Zimanê zaroktiyê li ber dilê meriv pir şîrîn e

Meriv çend zimanan bizanibe jî, tenê zimanek heye meriv kane baş hakimê wî be û jê pir hez bike, ew jî zimanê meriv di zaroktiya xwe da fêr bûye..

Çimkî di zaroktiyê meriv ziman zû û baş fêr dibe û tiştê fêr dibe jî ji bîr nake.

Zimanê zaroktîyê bîranînên zaroktîyê ne, li ber dilê meriv pir şîrîn e, meriv wan bîranînan tu carî ji bîr nake û her tim jî bi evîneke kûr bibîr tîne.


Li dinyayê bi hezaran ziman hene. Ji wan zimanan herî bêtir ez ji zimanê dayika xwe, ji kurmancî hez dikim.

Li dinyayê bi sed milyonan dayik hene. Ji dayikan herî bêtir ez ji dayika xwe hez dikim.

Li dinyayê bi sedan welat hene. Ji wan welatan herî bêtir ez Kurdîstana xwe hez dikim.

Li dinyayê bi sedan al hene. Ji wan alan herî bêtir ez ji ala rengîn hez dikim.

Li dinyayê bi hezaran bajaran hene. Ji wan bajaran herî bêtir ez ji Wêranşara xwe hez dikim.

 XXX

Platforma Zimanê Kurdî(PZK) û Tora Ziman û Çanda Kurdî(TZK) ji bo ku kurdî bibe zimanekî fermî û perwerdeya bi kurdî were qebûlkirin bi hev ra dest bi kampanîyeke berfireh kirine.

Platform dixwaze her kurd piştgiriyê bide vê kampanîyê û beyana wan îmze bike.

Piştgirîya vê kampanîyê wecibê her kurdî ye, dibê her kurd, fikir û îdeolojîya wî çi be jî vê beyanê îmze bike. Zimanê me nîşana hebûna me ye, dibê em li zimanê xwe xwedî derkevin. Her kurdê xwedî xîret dibê piştgirîya vê kampanîyê bike.

 XXX

Wele barana devşil tiştek di berfê da nehîşt, berfa nazik û narîn û sipîboz perîşan kir.

Ev zêdeyî mehekê bû me bi berfê kêf kiribû, lê ji do da ye germîyan û barana devşil li berfa delal hatin xezebê, kirin şilope, kirin av û herikandin.

Ev dinya wiha ye, dest di ser dest ra ye, ba û bahozê nikanîbû bi berfê, lê germê û baranê zora wê birin, ew ji hêza da xistin. Feqîrê li hin deran hîn li ber xwe dide, lê bêfêdeye, meşa li ser êdî pir ne xweş û zahmet bûye...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE