02 februari 2021

Blogerên kurmancî çima hindik in?

Çendakî berê blogerekî bi navê War Botan ji min ra nivîsî, got ji bo ku blogspot kurmancî nas nake reqlaman jî nade blogerên kurd. Ji bo blogerên kurd jî wek xelkê, kanibin reqlaman bigrin dibê em tiştekî bikin û ji min alîkarî xwest, got:

”Gelo mirov nikare ji bo vê mijarê tiştekî bike ? Kampanya tag, an jî serlêdana Googlê bike?”

Min ji xort ra got:


”Bawer bike ez ji van tiştan , ji teknîka dîgîtal fêm nakim. Lema jî nikanim bibêjim meriv kane çi bike.
Dibê meriv ji kesên ji van karan fêm dikin bipirse...”

Li ser vê meslê me çend caran ji hev ra nivîsî. Di dawiyê da min jê ra got:

”Tiştekî binivîse û belav bike, yên bixwazin ewê îmze bikin.”

Dûra, min ev mesele ji Emer Farûq Baran jî qal kir û ez pê şêwirîm, min got:

”Ji bo ku Blogspot kurdî nas bike, gelo meriv kane çi bike?
Gelo tiştekî em bikin heye?”

Emer Farûq Baran got:

”Ji bo ku blogspot Kurmancî nas bike, lazim e bi vî zimanî bi hezaran blog hebin. Du sê salên berê blogerîya Kurmancî hinekî geş bû, hindik mabû em bibêjin bi Kurmancî bi sedan blogên aktîf hene, lê ew heyecan zû vemirî. Blogspot Kurmancî nas bike û bloger bi reklaman pereyan jê qezenc bikin wê pirtir bloger çêbin bêguman. Lê hîn rîya me dirêj e. Em îcar jî di dîjîtalê de di dewra Kovara Hawarê de ne heyf û mixabin.”

Tiştê min ji bersîva Emer Farûq Baran fêm kir, ji bo ku Blogspot kurmancî nas bike û reqlaman bide blogerên bi kurmancî dinivîsin, dibê blogên bi kurmancî pir bin, nuha blog hindik in, lema jî Blogspot ne kurmancî nas dike û ne jî reqlaman dide blogerên bi kurmancî dinivîsin.

Tiştekî din jî Emer Farûq Baran bal kişandiye ser, gotiye çend sal berê blogên kurdî zêde bûn, nuha pir kêm bûne.

Vê agahiya wî ez pir xemgîn kirim û bû sebebê ez vê nivîsê binibîsînim.

Çima blogerên kurmancî li gorî 5-10 sal berê kêm bûne, sebebê vê kêmbûnê çi ye ez nizanim. Lê dibê wiha nebûya, dibê eksê wê bûya, dibê nuha bi hezaran blogerên kurdî hebûna.

Em giş zanin li gorî 10-20 sal berê yên bi kurdî dinivîsin pir bûne. Di medyaya sosyal da bi sedan kesên her roj bi kurmancî dinivîsin hene. Ev kes çima ji xwe ra blogan çê nakin, çima nivîsên xwe davêjin derya medyaya sosyal ez fêm nakim.

Tu zirareke blogê tuneye, lê gelek fêdeyên wê hene. Berî her tiştî ji meriv ra dibe arşîveke nivîsên daimî.

Gelek kes her roj di twîtterê, di facebookê û di hin platformên din da tiştên hêja dinivîsin. Kanin wan tiştan gişan di blogên xwe da binivîsînnin, ev yek ji twîtterê û ji facebookê gelkî baştir û mayindetir e.

Di 14 salan da min di bloga xwe ”hindik-rindik” da 7168 meqala, nivîs nivîsîne. Yên bixwazin hertim kanin bixwînin û jê fêdê bigirin.

Bi sedan, bi hezaran kesên wek min hene, her roj di medyaya sosyal da dinivîsin, gelek tiştên xweş û hêja dinivîsin. Wan tiştên xwe kanin di blogên xwe da binivîsin, qenekê ewê ji wendabûn û mirinê xelas bibin û ji bo wan xwendevanan jî bibin arşîvên hêja.

Berê di medyaya sosyal da jinên bi kurmancî dinivîsîn hema hema tunebûn, lê nuha şikir ew jî bi qasî peya hene, dibê ew jî giş bibin xwedî blog. Ne zirara wê heye, ne jî perê meriv lê dihere.

Dibê meriv kurdên rojavayê Kurdistanê jî li vê lîsteyê zêde bike. Di nava wan da jî bi sedan kesên bi kurmancî û bi tîpên latînî dinnivîsin hene. Ew jî dibê ji xwe ra blogan çê bikin.

Li Swêd kesên bi reqlamên blogên xwe bûn milyoner hene. Li gelek welat wiha ye.

Şansê blogerên kurdî ne bi qasî wan be jî, lê dema blog zêde bibin, ew jî kanibin ji blogên xwe pera qezenc bikin.

Gelî xortan, kurdên bi kurdî dinivîsin, ji xwra blogan çê kin, di blogên xwe da nivîsên xwe ji wendabûnê xelas bikin, ji gelê xwe ra arşîvekê bihêlin.

                            

7 kommentarer:

  1. Bi banga te re hinekî liv û lebat çêbû Xalê Zinar. Spas bo vê nivîsê. Silav û hurmet.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Erê, çend kesan blog çêkrin. Dibê meriv meselê carcarnan aktuel bike. Ewê fêda wê çê bibe.

      Radera
  2. Birêz mam Zinar! Min, berî vê nivîsa te bi sê rojan blogek vekir. Bi rastî jî ji bo arşîvê gelekî bikêrhatî ye.

    Silav û hurmet!

    SvaraRadera
  3. Den här kommentaren har tagits bort av skribenten.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Bi rastî cenabê we mijareke baş û girîng girtîye dest mala we ava be. jixwe ne hewceye mirov derbarê başîyên bloggerê ji kurdan re bike. Tenê mirov li bloga we û birêz Omer Faruk Baran binêrin dê bibînin ka çi çîye.

      Brêz Omer Faruk Baran gotina we ya "Em îcar jî di dîjîtalê de di dewra Kovara Hawarê de ne heyf û mixabin." gelek tiştan bi kurt û kurmancî tîne ziman, erê willeh mixabin...

      Ez bawerim bi bandora vê nivîsa we hevalekê xwest û min jê re ev biloga min lînka wê li jêr dayî raçand.
      https://jinakurd.blogspot.com/

      kesên bixwazin, ez dikarim qasî demê xwe yê heyî bibim alîkarê wan...

      Bi silav û gulav têm destê we...

      Radera
    2. Bi baweriya min jî hinekî tesîra nivîsa min çê bû. Lê têrê nake, dibê meriv di nav ra tim qala vê meselê bike.
      Te baş kiriye tu jê ra bûye alîkar.
      Piştî nivîsa min, xanimekê got ew dixwaze blogekê çê ke, lê nizane. Min li ser wê jî twîttek nivîsî. Dûra got hin xort jê ra bûne alîkar. Belkî yek jî tu bî.

      Radera

PARVE BIKE