02 februari 2021

Erdogan dîsa dek û dolabekê digerîne

Ecêba giran, xwediyê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan qala destûreke nû (qanûnek bingehîn ya nû) kiriye. Kî zane dîsa çi firldaqê pilan dike, dixwaze çi dek û dolabê bigerîne.

Tu carî dawiya sextekarî û fêlbazîyên wî nayê. Viya Sulun Osman jî derbas kir yaho! Hal û karê wî hokus pokus e...

Fêlbazê fêlbazan gotiye dema çêkirina qanûnek bingehîn a nû hatiye.

Diyar e bi ya nuha, ya guherand xwe di ewlekariya da nabîne, dixwaze ji bo xwe yeka hîn saxlemtir çê bike.

Bira ji xwe ra yeka nû çê bike, meclîsê û partiyan bigre û ew tenê heta mirinê bibe xwediyê Tikriyê.
Ji xwe nuha jî di praktîkê da wiha ye, bêyî wî tu kesê xwedî hukim û biryar tuneye, ew her tişt e, her biryarê dide.
Her kes, her dezgeh û miesese di bin emrê wî da ye, ew bibêje çi, wek wî dibe. Çi dike bira bike, ji bo me kurdan qet feraq nake, kîjan destûr be jî li dijî me ye

Li Tirkiy xwedêgiravî dewletek heye. Meclîsek heye. Wezîr hene. Zanîngeh hene.

Axir gelek dezgeh û berpirsiyar hene.

Lê agahiyên li ser her tiştî Erdogan dide.

Zanîngeh ewê kînga vebin, perwerde ewê kînga dest pê bike, tedbîrên li hemberî coronayê ewê çi bin, Erdogan agahiyê dide.

Meclîs, wezîr, Zanîngeh giş tiroviro ne, li ser her tiştî Erdogan beyanan dide.

Ê wê demê hewceyî meclîsê, wezîran û zanîngehan, rektoran û berpirsiyarên din nake, hema bira Erdogan tenê hebe bes e. Ev çi meclîs e, werzîr û filan û bîvan in min fêm nekir...

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE