01 februari 2021

Nizanîbûye ku hatiye welatekî din !

Şevekê dereng zîla telefona Konslosxaneya Tirkiyê ya Kopenhagê lê dixe.Yê telefon dike yekî danîmarkî ye, ji konslos ra dibêje:

-Hemwelatiyekî we li îstasyonê ye, li van derana digere, ji vêsê da ye pel-pel li der û dora xwe mêze dike. Wer xuya ye riya mala xwe wenda kiriye. Min xwest alîkariya wî bikim, lê bêyî tirkî bi tu zimanekî din nizane. Min got belkî alîkariyeke we bigihîjê, lema telefonî we dikim.

Yê danmarkî wiha dibêje û telefonê dide destê yê tirk:

Yê tirk:

- Keko  vira ku der e?

- Kopenhagen e!

- Kopa çi  keko?

- Ne kop birayê min, Kopenhagen ! Paytexta Danîmarka!

- Marka? Marka çi keko? Tu çi dibêjî ?

Konsolos bi sebreke mezin dibêje:

- Birayê ezîz! Danîmarka, Danîmarka! Te dî gava meriv bi tirênê ji Almanya berbî Swêd derbas dibe, welatekî din tê, jê ra dibêjin Danîmarka, a nuha tu li wî welatî ye...

- Yanî nuha min Almanya derbas kiriye ha ?

- Helbet te  derbas kiriye, nuha  tu li Danîmarkayê ye.

- Hela hela, wele min nizanîbû ez hatime welatekî din yaho! Mala min li Almanya li Hamburgê ye, ez ji kar diçûm mal, serê min di vir ve derketiye… 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE