01 februari 2021

Miletê zimanê xwe neparêze nikane xwe jî biparêze

 


Di malpera Rûdawê da li ser zimanê menuyên aşxaneyên(restorantan)Hewlêrê xebereke xweş heye. Li gorî xebera Rûdawê, qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd gotiye, aşxaneyên di menuyên wan da kurdî tunebe ewê werin girtin.
Wey mala Xwedê ava be, hîn nuh pê dihesin. Ez du caran çûm Kurdistanê. Cara pêşî di bihara 2011a da, cara duduya jî di îlona 2017a da, di referandûma serxwebûnê da çûm.
Di herdu serdanên xwe da jî tiştê min dît, li Hewlêrê menuyên pastexane û aşxaneyên tirkan û kurdên bakur giş bi tirkî bûn, bi kurdî tunebû.
Li hin aşxaneyan dema meriv diket hundur, dîrekt bi tirkî pêşwazî li meriv dikirin, bi tirkî digotin "hûn bi xêr hatin, kerem bikin vir..."

Li hin aşxaneyan garson tirk bûn û bi kurdî jî nizanîbûn. Ji bo ku te xwarina xwe temî bikira dibê te bi tirkî zanîbûya. Li hemberî vê sosiretê ez dîn bûm.
Li aşxaneyeka masiyan ez xeyidîm, min ji hevalê ez ezimandibûm ra got ez bi tirkî temî nakim.
Me ji garson ra got here bira yekî bi kurdî zane were. Garsonekî kurd hat.

Heta nuha ne belediyên Kurdistanê û n ejî hukûmeta Kurdistanê dest neavêtine vê meselê. Hukûmetê mesela zimên qet muhm nedîtiye, lema jî kurdîbûna menuyên xwarinan li ser aşxane, pastexane û qahwexaneyan mecbûrî nekiriye. Lema jî meyên aşxane û pastexaneyên tirkan û kurdên bakur giş bi tirkî bûn.
Min du sê caran li ser vê meselê nivîsîy û hukûmeta Kurdistanê rexne kir. Lê dengê min neçû derekê.
Lê milet jî ne tu milet e, ew jî reaksiyonê nîşan nade. Dibê kurdan jî, kesên diçûn aşxane û  pastexaneyan qebûl nekirana, bi tirkî nepeyivîyana.
Ma mimkûn e li bajarekî Tirkiyê garson û karkirên aşxane û pastexaneyekê bi tirkî nizanibin û tirkan mecbûrî axaftina kurdî bikin
Tirk tavilê ewê daran bi wan kevin û aşxaneyê tar û mar bikin. Lê kurd ji vê şiûrê bêpar in, lema jî li Kurdistanê jî ne bi zimanê xwe, bi tirkî dipeyivin. Li dinyayê tu miletekî li welatê xwe heqareteke wiha qebûl nake.

Lê heger ne derew be wa ye dikin vê rewşê biguherin. Hêvî dikim di gotinê da nemîne. Ezê taqîb bikim.

Dibê meriv vê meselê baş taqîb bike, bala meriv tim li ser be. Heger nehat guhertin dibê meriv li ser binivîse.

Bi ya min meseleyeke pir cidî ye. Bi vê şêlê tirk dibêjin em we û zimanê we nas nakin, ji bo me hûn "0" in. Lema em li welatê we jî kurdî bi kar naynin. Emê we bikin tirk, lema jî dibê hûn li Hewlêrê jî tirkî fêr bibin.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE