31 januari 2021

Bizina kol û ker


Hebû tunebû gundîyek hebû. Kerek û bizineka wî ya kol hebûn. Bizina kol hinekî fenek bû. Ji ker hez nedikir, pir jê didexisî, dixwest wî ji ber xwe da bixîne.

Bizina kol bi rojan hûr fikirî, kûr fikirî, rojekê ji xwe ra got:

-Gerek ez vî kerî ji ber xwe da bixînim. Ji min bêtir ji ker hez dikin, pir lê miqatene, lema jî alifê wî timî zêdeyî yê min e. Dibê ez tiştekî bînim serê vî kerî, ji bo ku alifê wî jî ji min ra bimîne. Ew tunebe ezê têr bixum.

Demek derbas bû, rojekê ji ker ra got:
-Birakê ker, tu zanî, dilê min pir bi vî halê te dişewite.
Ker matmayî maye, di dilê xwe da got, ev bizina kol a fenek qet ji min hez nake, gelo ji bo çi wiha dibêje? Sebebê vê dilşewatiya meraq kir û ji bizinê pirsî:
-Ji bo çi dilê te bi halê min dişewite?
Bizinê got:
-Birakê ker, ma dilê min ewê çawa bi halê te neşewite? Karê herî giran tu dikî. Ji sibê heta êvarî nahêlin tu pişta xwe rast bikî. Barên herî giran bi te didin kişandin. Tu her roj êzingan dikşînî, arvan dibî êş. Ev jî ne bes e, di ser baran da zarokên xwe jî li te siwar dikin. Yanî her roj ji sibê hetanî êvarî tu nig di bin xwe va nakî. Bînvedan, rehetkirin heqê te ye jî, dibê tu jî hinekî bîna xwe bigrî. Ji kar hal di te nemaye. Dibê tu riyekê bibînî û xwe ji vî halî xelas bikî…
Ker fikir, di dilê xwe da got, wele bizina kol rast dibêje. Ji bizinê pirsî, got:
-Tu rast dibêj, lê tiştek ji destê min nayê. Bi ya te ez çi bikim?
Bizinê got:
-Pir rehet e. Sibehan dema te dibin daristanê êzinga, bi rê da xwe bilikumîne û xwe di kortekê werke. Wê demê xwediyê me ewê bibêje, wele kerê min pir westiyayî ye, dibê hinek îstirehet bike. Belkî kerekî din jî bikire. Dema hûn bibin dudu, karê te ewê kêm bibe, tu yê rehet bikî.
Gotinên bizinê ket serê ker. Rojekê dema ji daristanê vedigeriya gund, li ber kortekê xwe likumand û xwe totî kortekê kir. Barê êzinga lê bû, xerab ket, nigê wî şikiya, gelek derên wî birîn bûn. Bi halekî xerab xwe gîhand mal.
Xwediyê wî ji kerê xwe pir hez dikir, dema kerê xwe di wî halî da dît, pir li ber ket, dilê wî bi halê wî şewitî. Lêxist çû bajêr beytar anî. Beytêr bala xwe da birînên ker, ew baş miayene kir û dûra ji xwedî ra got:
-Ker pir xerab ketiye, nigê xwe êşandiye, gelek derên wî birîn bûne. Dermankirin û başbûna wî ewê wextê bigire. Lê heger tiştê ez ji te ra bibêjim tu bikî, kerê te di nav hefteyekê da ewê baş bibe.
Kêfa mêrik hat, ji beytêr ra got:
-Çi lazim e bibêje, ezê bikim. Bêyî ker ez nikanim tu karî bikim.
-Beytêr got:
-Dermanê wî şîrê bizina kol e. Dibê tu heft roj û heft şevan şîrê bizineka kol bidê. Heger tu wiha bikî kerê te ewê rehet bibe, tiştekî wî namîne.
Mêrik pir kêfxweş bû, got:
-Heger derman şîrê bizina kol be pir rehet e, bizineka min a kol heye, hema ezê nuha herim bidoşim û şîrê wê bidimê.
Wiha got û berê xwe da êxur, ba bizinê…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE