Wezîrê Dewletê Kurşad Tuzmen sozeke gelkî cidî da
hemwelatiyên xwe yên tirk:
-Dema em têkevin Yekîtiya Ewrûpayê ezê simêla xwe kur
bikim.
Kurşad Tuzmen, di hukûmeta Erdogan da berpirsiyarê tîcareta der û wezîrê dewletê ye.
Kurşad Tuzmen yekî xort e û lihevhatî ye. Ew nuha li Emerîkayê ye û hewil
dide li Amerîkayê îmaja tirkan ya xerab biguhere. Ew baş zane navê tirkan li dinyayê marqeyeke
ne baş e.
Tuzmen, di roja dawî ya gera xwe da li Washîngtonê bi
tirkên li wir dijîn ra civînek çêkir. Tuzmen, di civînê da gelek şîretên medenîbûnê
li tirkan kir, xwest êdî ew jî xwe biguherînin.
Tuzmen, sebebê negirtina alîkariyek zêde ji Emerîka jî bi
”problema îmajek xerab û kêmaniya lobîcîtiyê” ve girê da û dûra jî got.
-Dema em têkevin Yekîtiya Ewrûpa ezê simêla xwe kur bikim.
Diyar e li gor Tuzmen, nehezkirina ji tirkan û li dinyayê
îmaja wan ya xerab ji ber simêlên wan yên qeytanî û şarpa serê jinên wan tê.
Dema Satilmiş Dîlbaz simêla xwe kur bike û Dondu Înekçî xanim jî serê xwe
veke, ewê bibin mirovên medenî û dinyayê jî piştî vê guhertinê ewê tavilê
bibe heyran û evîndarê wan û ji wan hez bike.
Mirovê tirk pir şît e, dixwaze di riyeke herî kin da, bêyî
tahb û sahb zû dewlemend bibe.
Nuha jî dixwazin bi kurkirina simêlê bibin medenî.
Ku şaristaniyet di simêlê da bûya wê demê mirovên kose ewê ji her kesî
medenîtir bûna.
Wek tê zanînîn, Ataturk jî demakê xwestibû tirkan bi şewqe
û bi qerawêtê medenî bike. Lê çi heyf medeniyet ne girêdayî kincan, cil û
bergan e.
Medeniyet ji guhertina qiyafet bêtir, tevgereke dûr û dirêj e, şiklê jiyanekê
û kulturek e.
Ji xwe netîce jî nîşan dide ku tirk bi strepantor, bi şewqê lengerî û bi qerawêta
hevrîşmî ne bûn medenî û ne jî hîştin şaristaniyet bi semta wan keve.
Ziya Gokalpê dijminê qewmê xwe li ser şaristaniyetan (medeniyetan)
tespîteke gelkî xweş û balkêş kiriye. Gokalp gotiye:
-Miletek ya rojhilatî ye, ya jî rojavayî ye. Çawa ku nabe
ferdek du dînan bi hev ra bihebîne, miletekî bi du medenîyetan jî nabe.
Problema tirkan ya esasî ev e. Ew ne rojhilatî ne, ne jî
rojavayî ne. Ew xwe wek miletekî rojhilatî qebûl nakin û rojavayî jî wan wek
miletekî rojavayî qebûl nake.
Yanî tirk di nava dêrê û mizgeftê de mane bênemaz.
Loma jî mirovê tirk, mirovekî ne temam e, mirovekî bi problem û bi kompleks
e, bê marîfet e û xav e.
Ji welatê wî bigre, heta bi folklor, kultur û edebiyata wî hemû yê xelkê ye û
dizîye. Ji avakirin û xuluqandinê ra sifir e, lê ji xerakirin û diziyê ra di
ser wî ra tuneye.
Mirovê tirk wek zebeşê kal e, bê tahm û bê lezet e. Ji ber
ku ew bi nasnameya xwe ra ne li hev e, nizane ew çi ye û ji kîjan kulturê û ji
kîjan cîhanê ye.
Ev çel û sê sal in tirk bûne bela, bûne mukir û ketine
pêxîla ewrûpiyan, dibêjin ”hutul batil” hûnê me wek ewrûpî qebûl bikin û
bikin endamê Yekîtiya Ewrûpayê.
Dixwazin bi derewan, bi xapandinê hema kumê hûtik bidin serê nûtik û têkevin
Yekîtiya Ewrûpayê.
Ewrûpî jî vê yekê qebûl nakin, dibêjin heyran, erê hûn
cîranê me ne, em dixwazin xêra me bi serê we jî keve, hûn jî hinekî ji
medeniyetê para xwe bigrin. Ev temam. Lê dibê hûn xwe hinekî biguherînin,
demokrasiyê, mafên mirovî û yên kêmnetewan qebûl bikin. Bersîva tirkan pir kin e. Tirk dibêjin, em amadene heta bi
simêla xwe jî kur bikin. Ma guhertineke ji vê mezintir dibe ?
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar