31 januari 2021

Xeyala Tung Faoyê çînî

Tung Faoyê çînî merivekî pirî feqîr bû. Rojekê hêkek xelat danê. Kêfa wî pirr ji hêkê ra hat; ji bo ku xelata xwe nîşanî pîreka xwe jî bide, bazda çû malê. Ji pîreka xwe ra got:

– Xatûn xatûn, hela tu li vê hêkê mêze ke ! Hêkek xelat dan min. Êdî emê dewlemend  bibin.

Jinikê got:

– Xelat dane te baş e, lê îcar emê bi hêkekê dewlemend bibin, qet nakeve serê min.

Tung Fao murûzê xwe tirş û tahl kir, got:

– Jinê, di serê te da jî qet aqil tuneye ! Nuha baş guh bide min: Ezê vê hêkê bibim têxim bin qurpa cîranê me. Piştî ku mirîşkê çêle derxistin, ezê çêlikekê ji nav wan bigrim. Çêlik ewê mezin bibe, bibe mirîşk û wê ji me ra gelek hêkan bike.

Ji wan hêkan jî wê gelek çêlik çê bibin. Çêlikên bibin mirîşk û ewê jî ji me ra hêkan bikin.
Û demek dûr û dirêj wê bi vî hawî dom bike. Rojekê were, ewê gelek mirîşk û hêkên me çê bibin, emê wan bifroşin û bi perên wan ji xwe ra mangeyekê bikrin.

Mangeyê gelek golikan bizê, golikên mezin bibin, bibin mange. Emê wan bifroşin. Bi firotina golik û mangan di nav çend salan da emê perakî pir qezenc bikin. Bi wî pereyî emê kanibin ji xwe ra pê perçak erd û xaniyekî bikirin. Ji sisiya duduyê peran emê ji bo kirîna erd û xênî mesref bikin, ji sisiya yekê peran jî ez dibêm emê ji xwe ra pê serpiyên xwe nuh bikin û ji malê ra 
hinek tişt mişt bikirin.
Piştî van mesrefan, dibe ku ji me ra hinek pere jî ji ber bimîne. Bi wan perên mayî jî ez dikanim ji xwe ra cariyeke narîn û xweşik bixwazim.

Di cî da barrînî bi jinikê ket, got:

– Ero nuha te nêt xera kiriye ku tu yê ji xwe ra jinekê bînî ha ! Bi wî Xwedayê ez xuluqandime, ji asîmanan kevir jî bibare min nehîşt nigê wê bi vî hundur bibe.

Weha got û hêka di destê mêrik da ji desta girt, got cilq û li erdê xist…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE