30 januari 2021

Newroza xapandinê

  21/3-2006
  Netkurd

Ji ber ku di Newroza îsal da bûyerên mezin yên ne xweş neqewimîn û xwîna kurdan neherikî bêguman ez gelkî kêfxweş û dilşa me.

Piştî beyanên berdevkên dewleta tirk yên çend rojan berî Newrozê û fortên Apociyan, ez bi xwe ji derketina gelek bûyerên mezin ditirsiyam.

Lê bêyî çend bûyerên biçûk, Newroza îsal bê teşxele, bê şer û kuştin derbas bû. Helbet ev netîca bê lêdan, bê azar û cefa û kuştin wek her kurdî ez jî kêfxweş kirim.

Lê li alî din, di warê mesaj û daxwazên siyasî û netewî da Newroza îsal bêmubalexe qedestrofeke mezin bû. Ez bawer dikim ji salên heyştêyî û vir da ev cara pêşî ye ku Newrozeke hewqas vala, hewqas bêmane û hewqasî jî li gor dilê dewleta tirk tê pîrozkirin.

Bêyî çend gotinên Ahmed Turk û Osman Baydemîr yên li Amedê, di yek pîrozbahiyê da jî yek daxwazeke kurdî û netewî derneket pêş.
Li tu derê yek bandirol, yek sîmbol û yek şîara ku dewleta tirk aciz bekira tunebû û nehat hildan.
Di pîrozbahiyên hemû bajaran da tenê al û flamayên PKKê, Konfederalîzma Demokratîk, PAJK û DTP-ê û helbet rismên Ocalan hebûn. Lê tenê ala kurdî tunebû.

Şîarên bi kîtleyê didan gotin jî wek al û bandrolên wan, tam li gor dilê dewletê bû.

Hema bêhemdî bûya jî şîareke netewî ji devê kesî dernediket. Şîarên dihatin qîrîn hemû jî vala, bêmane, ne siyasî û wek nimûneyên pêkenînê bûn. Wek nimûne:

-Serok Apo!

-Silav silav, ji Îmraliyê ra hezar silav!

-Ocalan îrada me ya siyasî ye!

-Bijî Serok Apo!

-Ocalan Ocalan!

Ê yanî çi ?

Û gelek sloganên wiha.

Lê tu şîareke li ser kurd û Kurdistanê û daxwaza kurdan ya netewî bide pêş li tu derê nehat qîrîn û nehat hildan.

Here were Ocalan û Ocalan!

Û jiyan bê serok nabe!

Her tişt ji bo Ocalan û li ser Ocalan e. Siyaset, partî, komel, meş, Newroz yanî her tişt ji  bo “Serok” û xelaskirina “Serok” e.

Heta şerê çekdarî jî êdî ne ji bo kurd û Kurdistanê ye, ew jî êdî ji bo derxistina efûyeke ji bo “Serok” e. Ez bawer dikim li cîhanê ev cara pêşî ye ji bo xelaskirina şexsekî ji hefsê şerê çekdarî tê domandin.

Salê partiyekê çêdikin û potikekî dikin ala wê û didin destên kurdan. Ji bo ku sîmboleke netewî di dil û hişê kurdan da bi cî nebe û reh bernede. Dibê tim pê were lîtin.

Kes jî nabêje ev çi pêkenîn e ?

Îsal jî wer kiribûn. Yanî dîsa aleke nuh dabûn destên kurdên feqîr.

Lê ji ber ku potikên partiyên wan ne ala kurdî bû loma jî dewletê mudaxele nekir. Çimkî derdê dewletê hilnedana ala kurdî ye. Paçikên din ji bo wan qet ne girîng in. Ji ber ku dewlet dizane paçikên îro tên hildan sibe ewê bên guhertin. Ne xwe dewleta tirk bi riya Wezîrê Hundur Abdulkadir Aksûyê dijminê qewmê xwe, beyan kiribû ku bêyî ala tirkî ewê destûrê nedin hildana tu alên din.

Lê dan ya ”Konfederalîzmê”(!)

Diyar e ew beyana Aksû, ji bo hilnedana ala kurdî bû. Û loma wan jî nehîşt di Newrozan da kes ala kurdî hilde. Yanî emrê dewletê bi riya ”hokus pokus” hat bicîanîn.

Bi kurtî meriv dikane bibêje, Newroza ku îsal ji alî Apociyan û DTP-ê ve hat pîrozkirin tenê bû Newroza Abdullah Ocalan û bilindkirina risim û nave wî. Bû şoweke vala û xapandina kurdan.

Li yek derê jî daxwazên gelê kurd yên siyasî û netewî nedan pêş. Mesela di Newroza Amedê da ne tenê al û şîarên PKK-ê, Konfederalîzma Demokratîk, PAJK, û DTP-ê, li gel wan, ala Tirk û ya Yekîtiya Ewrûpayê jî hildan.

Lê helbet ya Kurdistanê dîsa hilnedan.

Diyar e tiştê dewleta tirk li dij e PKK jî li dij e. Bi kêmasî di vê Newrozê da meriv vê ”lihevkirina di bin ra” dibîne.

Helbet di rojeke wiha da tunebûna daxwazên netewî û hilnedana ala Kurdistanê ji bo kurdan malkambaxî ye. Û ji bo dewleta tirk jî serkeftineke mezin e.

Bêguman ev serkeftina dewleta tirk ya îro bi saya hevkarî û taktîkên Ocalan e. Bêyî alîkarî û aqilmendiya Ocalan ne mimkûn bû dewleta tirk kurdan hewqasî gêj û bêtesîr bike.

Ya xerab dost û hevalên PKKê yên kurdperwer vê lîstikê nabînin.

Bi rastî min dixwest li ser yeksaliya Netkurdê û Newrozê hin tiştên din binivîsanda. Lê tiştên min bihîstin û dîmenên min dîtin ez mecbûrî vê nivîsê kirim.

Yekcarnan meriv nikane bi xwe. Ya min jî wiha bû.

Neyse. Kurd dibêjin meriv diz be şevreş pir in!

Newroza we hemûyan pîroz be!

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE