30 januari 2021

Berfa Stockholmê îsal dereng hat, lê baş hat

 


Berf û serma Stockholmê îsa dereng hat, lê baş û xweş hat...
Îsal cara pêşî ye îro simêl û rîha min ji sar û sermayê zemelîlk girt. Haya min jê tunebû, xanimê got, ”simêla te zemelîlk girtiye, pa bike !”

Îsal cara ewil e li Stockholmê sema dadikeve 9 derece binê sifirê.

Îro berçavk jî, simêl û riya min jî bûn bela sere min, hersiyan jî bûz girtin.


Lê em dîsa jî ji meşa xwe neman. Em 2 saetan meşiyan. Sar bû, lê pir xweş bû. 



Ji ber ku îro şemî ye, li ser girê Flottsbru milet pir bû, bi sedan kesî xwe şûş dikirin, hinek jî bi telefirîkê diçûn ser gir û ji wir xwe şûşî jêr dikirin.




Xelkê zarokên xwe anîbûn, ew fêrî kaşokê dikirin.


Ev jî belge û wesîqeya meşa me ya îro. Îro, di vê qir û qeşayê da em 8,17 km meşiyan. Lê dûra, li mal me bi fîncanek qahwe bedena xwe germ kir.


XXX

Miletek bi edebiyata xwe, bi berhemên xwe yên edebî, bi nivîskar û sinetkarên xwe li dinyayê tê naskirin.

Edebiyat jî bi zimên dibe. Zimanê me here, em jî pê ra diherin gorrê. Ji bo wê tirkan giranî dane asîmîlekirina me. Dema em asîmîle bûn, em çi bikin jî emê bibin tirk.

 

XXX

Bi min wer tê tu tişt wek rewşa me kurdan ne zahmet e. Li ser halê me yê perîşan tu dengê xwe dikî tu poşman dibî, tu dengê we nakî ûjdanê te qebûl nake.

Tîr dikim dan diçe, rohn dikim nan diçe.

Çi dikim, çito dikim dilê her kesî razî nabe.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE