Emerîkayê û Bûlgarîstanê di warê hevkarîyeke leşkerî da li hev
kirin û îmze avêtin binê ”peymaneke dîrokî.”
Emerîka di demeke kin da ewê li Bûlgarîstanê 3 şargehên(basên, usên)leşkerî
veke. Ev peymana dîrokî ji alî Wezîra karên derve ya DYA Condoleezza Rice û
Wezîrê karên derve yê Bûlgarîstanê Îvalyo Kalfîn ve li Sofyayê hate
îmzekirin.
Çavdêrên leşkerî vê peymana di nabêna Emerîkayê û
Bûlgarîstanê da gelkî girîng û dîrokî dibînin.
Li gor vê peymana ji bo 10 salan, piştî sala 2007a Emerîka ewê 2 hezar û 500
leşkerên xwe li Bûlgarîstanê bi cî bike.
Ev peymana leşkerî ya di nabêna DYA û Bûlgarîstanê da
nîşan dide li Rojhilata Navîn dijayetên di nabêna emerîkîyan û tirkan da
gelkî kûr in û di demeke nêzîk da jî cebara wan ne mimkûn e.
Di şerê Îraqê da emerîkiyan fêm kirin ku tirk ”malê laz in/ laz yapisî” ne,
yanî wek dabançeyên lazan sexte û xirabe ne, meriv tu carî nikane baweriya
xwe bi wan bîne.
Li gor peymanê, Bûlgarîstan ewê Balafirxaneya Bezmer ya li
ser sînorê Tirkiyê, Qada Perwerdeya Novo Selo û Balafirxaneya Graf Îgnatîevo
têxe bin emrê Emerîkayê. DYA, li van şargehan(basan) ewê nikanibe çekên
nukleer bi cî bike.
Şargeh di warê formel da ewê di bin çavdêriya Bûlgarîstanê da bin, lê di
rastiyê da gotina dawî ewê ya Emerka be. Ji ber ku leşkerên emerîkî yên li
van şargehan ewê tabiî qanûnên Emerîkayê bin, ne yên Bûlgarîstanê. Dîsa li
herêma Bûrgazê, li Nêzî bajarê Aydostê jî Bûlgarîstan ewê depoyeke leşkerî
dewrî artêşa Emerîka bike.
Di dema êrîşa ser welatekî sêyemîn da, Emerîka ewê
bikanibe van şargehan bikar bîne ya na tê gotin ku di peymanê da zelalî
tuneye.
Lê esas zelal e. Di peymanê da nabêje ”nikane”, tenê dibêje ”di rewşeke wiha da Emerîka ewê bi
Bûlgarîstanê bişêwir e.” Yanî ewê Bûlgarîstanê agahdar bike.
Wezîra Der ya Emerîka Rîce, piştî peymanê beyanek da û bi
dilşadî got, ”Me îmze avêt bin peymaneke dîrokî.”
Min li jor jî got, bi vê peymana leşkerî ya bi
Bûlgarîstanê ra diyar dibe ku Emerîka êdî hêviya xwe ji hevalbendî û
hevkariya tirkan dibire.
Çimkî tirkan di şerê Îraqê da rê neda Emerîka şargehên xwe yên leşkerî bi
hawakî ku ew dixwazin bikar bîne.
Vê yekê jî Wasîngton mecbûrî lêgerîna hin alternatîfên nuh kir.
DYA, hêdî hêdî dibîne ku hevkariya bi kurdan ra otomatîkman dujminatiya bi
tirkan ra bi xwe ra tîne. Çimkî li gor tirkan hevkarî û dostiya bi kurdan ra
dijminatiya bi tirkan ra ye. Dewletek nikane him ”dostê” tirkan û him jî yê
kurdan be. Divê tercîha xwe bike.Û ji ber ku îro menfeeta Emerîkayê di
hevkarî û ”dostiya” kurdan da heye, loma jî
wek berê nikane bibe ”dostê” tirkan jî. Ev yek êdî pir zelal e.
Peyman, ji alî tirkan ve bi matmayineke mezin hat
pêşwazîkirin. Meriv dikane bibêje ku piştî vê peymanê Emerîka hinekî din jî
ji tirkan bi dûr ket.Û bêguman Emerîka çuqasî ji tirkan dûr keve, hewqasî jî
nêzî kurdan dibe. Ev, netîceyeke tabiîye. Tirk viya dibînin, lê nikanin
tiştekî bikin. Ji ber ku tirk îro li herêmê dostî û hevalbendiya bi Emerîkayê
ra wek qebûlkirina avabûna dewleteke kurd dibînin. Loma jî tirk ne tenê wek
dewlet, wek milet jî her ku diçe bêtir dibin dujminê Emerîkiyan. Û ewê hîn jî
bibin.
Di vê siyaseta tirkan ya îrrasyonel da kara me kurdan heye zirara me tuneye.
Xwedê bike hinekî din jî bibin dujminê Emerîka.
Ehmeqiya dujminên me karê me hêsantir û serkeftina me jî
nêzîktir dike. Xwedê kir ku dujminên me wiha ehmeq in, ne xwe îro em ne li vê
nuxteyê bûn.
Ji bo van ”ehmeqiyên” tirkan û Seddam Husên ez bi xwe
sipasî wan dikim.
|
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar