07 februari 2021

Qamçorê nastîne

Dewleta Osmanî ji bo serê her terşî, her heywanî bi zor qemçor(bac) ji gundiyan distend.
Rojekê tahsîldarek ji bo topkirina qemçorê çû gundekî.
Gava xebara hatina tahsîldar li nav gund belav bû, gundiyan wek her tim, bi lez û bez terşên xwe, heywanên xwe hemû ji nav gund derxistin, ji gund dûr xistin, veşartin.

Lê ji siûda xwrab ra vê carê,  xeber zû negihîþtibû Çolo. Çolo jî here were kerekî wî tenê hebû, lê rebeno cardin jî pê ra nagihandibû ku kerê xwe ji malê bi dûr xe. Ji mecbûrî radibe dihere kerê ji êxur tîne aliyê malê, davêje erdê, her çar nigên wî girê dide û dike nav nivîna, orxanê di ser serî ra diqulibîne.

Dor tê mala Çolo. Tahsîldar li hewşê mêze dike, dihere êxur saxî dike, tiþtekî nabîne. Dûre dihere aliyê malê, li wir jî tiştekî nabîne.
Piştî ku tiştekî nabîne, xatir ji Çolo dixwaze û dide rê û dihere. Lê berî ji hewşê derkeve pê hay dibe ku yek di nav nivîna da bû. Tahsîldar ji xwe ra dibêje muheqeq yek nexweş e, ya na vê nava roja germa havînê ewê ji bo çi di nav nivîna keve.
Ji Çolo ra dibêje:

-Tu nemabû ku min ji bîr bikira, ma yê nexweş kî ye?

Çolo dibêje:

- Bavê min e.

Tahsîldar dibêje:

- Ê wê gavê ez herim silvekê bidim apo, li halê wî bipirsim û dûre herim…

Wiha dibêje û dihere ser nexweşê di nav nivînan da. Bala xwe didê, bavo çi bibîne, kerek di nav nivînan da ye! Tahsîldar dizîvire ser Çolo, bi rûkenî jê ra dibêje:

- Heyran, piştî ku ev camêr bû bavê te û apê min, hema bi Xwedê ez jî qamçora wî ji te nastînim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE