07 februari 2021

Destê emerîkiyan ne ji tirkan dibe, ne ji kurdan

Emerîkî hêdî hêdî dibînin ku hevkariya bi kurdan ra otomatîkman dijminatiya bi tirkan ra bi xwe ra tîne.

Çimkî li gor tirkan, hevkarî û dostiya bi kurdan ra dijminatiya bi tirkan ra ye.
Dewletek nikane him ”dostê” tirkan be û him jî ya kurdan be. Dibê tercîha xwe bike.

Menfeeta Emerîkayê îro di hevkarî û ”dostiya” kurdan da heye, lema jî nikane wek berê bibe ”dostê” tirkan jî.

Tirk dostîyeke wiha qebûl nakin. Ji emerîkiyan ra dibêjin, “ya em, ya kurd !”, dibê hûn tercîha xwe bikin.  

Emerîka çuqasî ji tirkan dûr keve, hewqasî jî nêzî kurdan dibe. Ev, netîceyeke tabiîye. Tirk viya dibînin, lê bêyî şantajan nikanin tiştekî bikin.

Têkiliya tirkan bi Trump ra pir baş bû, her daxwaza xwe kanîbûn bi Trump bidana qebûlkirin, kanîbûn ew betîl bikirana. Ev îmkan hebû û ji xwe kirin jî. Serê Kaniyê û Girê sipî ji Trump kirîn.
Gelo tirk ewê kanibin bi Bîden ra jî eynî dostiyê û tîcaretê bikin?

Bi qasî ku nuha xuya dike ev yek hinekî zahmet e, Erdogan ewê bi Bîden ra nikanibe eynî samîmîyetê, têkliyan û bazaran bidomîne; ewê nikanibe Bîden jî wek Trump bertîl bike. Ev ji bo me baş e.

Lê li alî din di siyasetê da her tişt mimkûn e, bext û ûjdanê dewletan tuneye. Nuha ji ber kirîna fuzeyên S-400î ji Rûsyayê, nabêna Amerîka û Tirkyê xerab e.
Lê ev gelşeke neyê çareserkirin. Tirk kanin S-400 depo bikin, paş da bidin rûsan û fuzeyên Emerîkayê bikirin. Yanî çare pir in, ev îmkana tirkan heye.

Lema jî îhtîmala Emerîka dev ji hevkarî û piştgiriya me berde û bi tirkan ra li hev bike hertim heye.
Tiştên tirk kanin bidin Emerîkayê, em kurd tu carî nikanin bidin, lema jî emerîkî tiştê anîn serê Mele Mistefa Barzanî, kanin bînin serê me jî, kînga bixwazin kanin viya bikin.
Tu tiştekî em deynin hemberî vê şêla wan tuneye.

Lê li Rojhilata Nêz, Li Îranê, li Sûriyê, li Îraqê, li Tikriyê kurd hêzeke xurt in û mitefikekî Emerîka û Xerbê yê saxlem in û ne mimkûn e tu carî wek tirkan û ereban bêbextiyê, qeleşîyê bi wan ra bikin.

Heger Amerîka bixwaze li vê herêmê bimîne, nikane dost û mitefikekî ji kurdan baştir û saxlemtir bibîne.

Tirk êdî wek berê bekçîtiya û leşkertiya Emerîkayê qebûl nakin, doza mezinahiyê dikin, welata dagir dikin, ji pasta dîlimê mezin dixwazin. Ev jî nayê hesabê Emerîkayê, dibe sebebê werin hemberî hev. Di vê çarçewê da Amerîka û Xerb motajî me ne. Lê dîsa jî meriv nikane bi çavê garantiyê lê binêre.

Helbet ev jî heye, ji bo ku Emerîka û hin welatên Ewrûpa hevkariya xwe bi me ra xurt bikin, wek mitefîk dev ji me bernedin, dibê em kurd li ser hev bin, yekîtiya me hebem em yekdeng bin.
Nuha li tu beşekî Kurdistanê ev yekîtî di nabêna me da tuneye, ev jî dibe swbebê xelk pişgiriya me neke, di vî warî da bi teredut hereket bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE