08 februari 2021

Tirk rastî gunreşan nehatine


Li gundekî zarokekî şerûd û rêbir hebû. Gav û seetê baz dida ser rêya gund û kevir diavêt ji rêwî û ji heywanên wan da. Ji rêwiyan ra xeber dida û dûra jî digot “çirp” û bazdida nava gund û xwe beta dikir. Bavê tim jê ra digot:

-Kurê min, wiha meke, tu yê rojekê rastî yekî gunreş werî ewê te perîşan bike. Biaqil be, bela xwe di xelkê mede, kevira navêje ji rêwîyan da…

Lê “rêbirê” me tu carî guh nedida gotin û şîretên bavê xwe, digot “ez ez im” û kes nikane bi min.

Rêbirî jê ra bûbû lîstik û meşxeleyek xweş. Her roj hal û karê wî ev bû. Ewê biçûya ser rêya gund û xwe bida bende karwanekî. Dema karwan jê dibuhurî, ewê bi keviran ji par ra vêketa û dûra jî bazda nava gund.

Hinekan yekcarnan bera ser piştê didan, lê nediigihîştinê. Kudik têra xwe beza bû. Xelkê reben ji destên wî ketibûn êl emanê, gelekan ji tirsan ji wir riya xwe dadigerandin.

Bi kurtî “rêbir” bi rêbiriya xwe li herêmê deng dabû. Êdî her kesî qala rêbiriya wî dikir.
Welhasil, wek dibêjin sal û zeman derbas bû, rojekê dîsa bela xwe di karwanekî da, dîsa ji par ra bi keviran bi kêrwîn ket. Ji nava kêrwîn xweşmêrekî got haa û bera ser piştê da.

Ha li vir, ha li wir axirê girt. Hema bi qemçika hustu girt û ser piştê avêt ji erdê da. Û çend şîrmaqên bi tîn avêt ji belka guhan da.

Rêbir li erdê bû term. Mêrik dûra jî her şeqek xwe avît ji alîkî wî da û di ser ra sekinî. Û bi hêrs jê ra got:

-Lawo baş li min guhdarî bike, ez zarok marokan nizanim, ku ez bibihîzim careke din tu ji rêwiyan ra xebran didî, ezê tiliya xwe li herdu çavên te xim û wan zoq derînim!

Mêrikê rêwî jî ji qeza qudretê ra wê rojê fîstan lê bû û başewala bû, yanî bê derpê bû.

Serê “rêbirê” me ketibû bin dawa mêrik. Dema di ser xwe ra li hewa nêrî, bavo çi bibîne, di nava şeqa mêrik da ji gun wêdetir, du gomeyên reşî qitranî bi ser serê wî da li ba dibin.

Dema çavên wî li gunnê reşî tu dibê gome ket, di cî da gotinên bavê wî, ” tu yê rojekê rastî yekî gunreş werî, ewê te perîşan bike, biaqil be û bela xwe di xelkê mede”, hat bîrê. Ji tirsan çav lê zîz bûbûn û devê wî ketibû hev, êdî baş fêm kiribû ku rastî yekî ”gunreş” hatiye.
Bi berger, heyran û qurbanê bi zorê xwe ji destê yê gunreş xelas kir.

Bi şertê ku careke din ewê riya kesî nebirre.

Mesela tirkan jî bûye ev mesele. Ev demeke ew jî wek lawikê rêbir, bela xwe di kurdan didin, riya karwanê wan dibirin û keviran davêjin ji wan da.
Bi sedhezaran leşker, tank û topan dikşînin ser sînorên kurdan.
 Gav û seetê gefan li kurdan dixwin û dibêjin dema ”hewce” be emê li we xin û welatê we îşxal bikin.
Û gelek fort û zirtên din didin xwe…

Lê hemû jî propagande û zirtên vala ne. Kurd bi van zirt û derewên wan ne ditirsin û ne jî dixapin. Bi vê hela hela vala tenê miletê xwe dixapînin. Ji ber ku di destê dewleta tirk da îro tenê derew, fort û zirtên vala mane. Ev jî rebenî û zeîfiya wan nîşan dide.

Helbet tirk bi dil û can dixwazin êrîşî kurdan bikin û hukûmeta wan hilweşînin, lê nikanin. Ev yek, derî hêz û taqeta wan e.

Daxwaz tiştek e, kanîn tiştekî din e. Yanî dil heye, lê taqet tuneye. Çimkî ew zanin ku ”gunreş” yanî Emerîka li wir e.

Generalên artêşa tirk bi çavên serê xwe dîtin ku ”gunnê” Emerîka ji lîtirê ye. Yanî ne henek menek e...

Gelkî vekiriye, Emerîka naxwaze Kurdistan jî wek Bexdayê bibe. Viya ne tenê ji bo kurdan, ji bo xwe jî naxaze.

Tirk zanin Emerîka ne Sûrî ye û ne jî kurdên sivîl yên bê parastin in ku kînga dilê wan bixwaze bi bêbextî wan bikujin.

Loma jî zû bi zû newêrin êrîşî kurdên başûr bikin. Heger biwêrîbûna nuha ji zûda êrîş kiribûn.

Emerîka li Başûrê Kurdistanê çend caran ”gunreşiya xwe” nîşanî tirkan da, wek terorîstên al-Qaîdeyê çewal xist serê zabit û tîmên wan û ew pîs kirin. Ji ber vê yekê jî tirk zanin li Başûrê Kurdistanê ”bivik” heye.

Ev aliyekî meselê ye. Helbet aliyê din jî hêza kurdan bi xwe ye. Kurd jî hewqasî ne reben û bêçare ne ku nikanibin li hember tirkan tiştekî bikin. 

Ku bi rastî jî tirk dînîtiyeke wiha bikin û di bin xêliya PKKê da êrîşê bibin ser kurdan, wê demê bêyî Kurdistaneke yekbûyî û serbixwe tu rê li ber kurdan namîne.
Û di rewşeke wiha da dinya jî mecbûre vê daxwaza kurdan qebûl bike. Ji ber ku ewê bê dîtin ku dijmin tu çareseriyeke din qebûl nake. Dema dijmin nexwaze bi me ra bijî, em mecbûr in ji wan veqetin.

Bi kurtî tirk raste rast nikanin êrîşî kurdan bikin, lê bi riya tirkmen û erebên Baasî û nîjadperest kanin gelek nerindî û fêsadiyê bikin.
Û ji xwe ev karê wan e û heta ji destê wan tê dikin jî. Ev gelkî vekirî ye. Esas di destê dewleta tirk da jî tenê ev sîleha nerindî û fêsadiyê maye.
Tiştên din hemû propagande û fortên vala ne

 16/5/2006
  Netkurd

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE