08 februari 2021

Xwedê kesî şaş neke, şaş kir fahş neke

29/-2013

Dengir Mir Mehmet Fırat dîsa xwe hetikandiye û bi devê Erdogan êrîşê kurdên welatperwer, kurdên mezlûm kiriye.

Dengîr di bersîvên xwe da kurdên welatperwer, kurdên ku dixwazin ji bindestiya tirkan xelas bibin, kurdên ku doza mafên xwe yên netewî dikin, kurdên ku dixwazin wek tirkan ew jî bibin xwedî dewlet, xwedî meclîs û al wek kesên nîjadperest bi nav kiriye û gotiye:
 ”Nîjadperestiya kurd ji ya tirk prîmîtîvtir e, hîn hişk e, hîn êrîşkar e…”

Însan çaxa bibe merivê dijmin ûjdan jî pê ra namîne, heger piçek ûjdan bi Dengîr ra hebûya ewê mîlîyetçîtiya kurd ji îrqçîtî, nîjadperestîya tirk xerabtir û hovtir nedîta.

Mîlîyetçî û welatperwerên kurd naxwazin Tirkyê têxin bindestên xwe, naxwazin tirkan bikin kurd û zimanê wan qedexe bikin.

Mîlîyetçîyên kurd tenê dixwazin ew jî wek tirkan û miletên din azad bin û li welatê xwe, xwe îdare bikin.

Lê li gorî Dengîr her kurdê ku wek wî, nîrê bindestiya tirkan qebûl neke ”ehmeq û nîjadperest e”.

Li gorî Dengîr, kurdê ku Kurdistaneke serbixwe biparêze ”ehmeq ” e, ji ber ku Stenbol, Antalya û Mêrsîna Kurdistanê tuneye.

Dema bi însên ra ruhê netewî nemîne, diya xelkê ji diya xwe û welatê xelkê jî ji welatê xwe xweştir dibîne. Û loma jî him diya xwe û him jî welatê xwe red dike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE