07 februari 2021

Îdareya Dalkurdê biryara xwe bi paş da girt, nav û logoya Dalkurdê nayê guhertin

Hêrs û reaksîyonên li dijî guhertina nav û logoya Dalkurdê netîceyeke baş da, rêveberiya Dalkurdê mecbûr ma dev ji guhertinê berda û bi beyanekê got, nav û logoya Dalkurdê nayê guhertin, ewê wek xwe bimîne.

Bi vê xeberê kêfxweş bûm. Hêrsa li hemberî vê biryarê pir mezin bû, li her derê kurdan biryar şermezar kirin. Mecbûr man biryara xwe bi paş da bigrin. Ev serketin li hemû endam û dildarên Dalkurdê û kesên ev du roj in vê biryara şermê protesto dikin pîroz be…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE