06 februari 2021

Navê dijmin rast bibêjin !

 


Rûdawê di xebereke xwe da gotiye, ”Çekdarên Oposizyona Sûriyê li Efrînê gorra helbestvanê kurd Arif Xelîl Şêxo xerab kirin, ji bo ku nivîsali ser bi kurdî bû.”

Rûdaw di xeberên xwe yên li ser Efrînê û Serê Kaniyê da tim navê ”Çekdarên Oposizyona Sûriyê” bi kar tîne, nabêje Tikiye, leşkerên tirk, çeteyên Tirkiyê. Ji dêlî wê va dibêje, ”Çekdarên Oposizyona Sûriyê.”

Rast e, navekî wiha heye, tirk vî navî ji bo dezînformasyonê, ji bo xwe ji sûc bêrî bikin bi kar tînin.
Lê ev ne rast e, demagojî ye.
Rûdaw zane Efrîn û Serê Kaniyê di bin dagirkeriya Tirkiyê da ye, çeteyên îslamî jî leşkerên Tirkiyê ne û di bin fermandariya artêşa Tirkiyê da li wir in.
Meaşên xwe ji Tirkiyê digrin. Bi serê xwe ew ne tu kûçik in, nikanin kesî bigrin, bikujin, birevînin û gorrên kurdan xera bikin.
Her tiştî bi destûra Tirkiyê dikin.

Ya din Rûdaw çawa zane yên van sûcan dikin ne leşkerên tirk in, çeteyên ”Opozîzsyona Sûrîyê ne?

Li Efrînê, li Serê Kaniyê çi dibe Tirkiye dike, leşkerên tirk dikin, tu ferqa çeteyên Daîşê û îslamî ji leşkerên tirk tuneye. Rûdaw viya baş zane.

Çimkî  qatil û çeteyên bi navê ”çekdarên oposizyona Sûriyê” di bin emir û qumandariya artêşa Tirkiyê da ne, bêyî destûra Tirkiyê ew nikanin kurdan birevînin û gorrên kurdan xera bikin.

Dibê Rûdaw rastiyê ji xwendevanên xwe ra bibêje, li Efrînê çi dibe tirk dikin, artêşa tirk dike, leşkerên Tirkiyê dikin.

”Çekdarên oposizyona Sûriyê”, nizanim çekdarên çi quzelqurtê tunene, hemû jî leşkerên Tirkiyê ne, navê tiştan rast lê kin, demagojiyê nekin, ne xweş e.

Tirk vê demagojiyê dikin ji bo ku sûcên xwe veşêrin, hûn bi viya zanin, qenekê hûn jî bi devê tirkan nepeyivin, sûcên tirkan veneşîrin.

Neyarên me, qatilên me, dagirkerên welatê me tirk in, ”çekdarên opozîsyona Sûriyê” mûriyê tunene, giş tirk in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE