06 februari 2021

Operasyona Dalkurdê wek firotina Kerkûkê ye

Gerek em tiştekî baş bizanibin, serokê Dalkurdê Serkeft Evdilla Cunêd û kesên bi wî ra, kesên li pişt wî, ne tenê dixwazin nav û logoya Dalkurdê biguherînin, dixwazin Dalkurdê ji bin da bigrin, ji ortê rakin.
Bi guhertina nav û logoyê hesab ev e, pilan ev e, armanca li pişt vê operasyonê ev e; Tirkiye dixwaze Dalkurdê ji ber xwe da bixwîne, ji navê rake.

Çimkî Dalkurd û logoya wê, ala kurdî kelemeke di çav û dilê Tirkiyê û tirkan da. Berpirsiyarên Tirkiyê dixwazin vê kelemê ji çavên xwe derxin.

Enwer Karahan gotiye, ” guhertina navê Dalkurdê ne kêmî teslîmkirina Kerkûkê û dagirkirina Efrînê ye.”

Bi baweriya min jî teşbîheke pir rast û di cî da ye, eynî were ye. Çawa Kerkûk firotin Îraqê, vê carê jî dixwazin Dalkurdê bifroşin Tirkiyê; ji bo ku logoya Dalkurdê ala Kurdistanê ye.

 XXX

Tirk tim ji me ra dibêjin, "emê xîçekî Tirkiyê jî nedin we, emê xîçekî welatê xwe jî nedin terorê."

Mêrikan bi rastî jî nadin, tu hemû malê dinyayê bidî tirkan gundekî Kurdistanê jî nadin me..

Lê gelek kurd amadene Kurdistanê bi çend milyon dolaran bifroşin. Tarîxa dûr û nêzîk şahidê vê îxaneta kurda ye.

Bi baweriya min guhertina nav û logoya Dalkurdê jî bazareke wihaye, firotina ALA kurdî ye, eynî wek firotina Kerkûkê ye.

 XXX

Hin kurd hene pir zengîn bûne, bûne milyarder, bi pera dilîzin. Lê ji kurdayetiyê dûr ketine, hezkirina Kurdistanê û sembolên kurdî bi wan ra nemaye, her tişt bûye pere, pera di ser welatê xwe ra jî digrin.

Li ser kesên nebûne meriv teşbîhek xweş heye, dibêjin:

”Ji dara hejîrê tîr çê nabe, ji ardê garisî peqlawe çê nabe, ji dara bîyê bilûr çê nabe, ji her zarokê dayik dizê, mirov çê nabe.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE