Li bexçe mêrik kera xwe bi darê va girê dabû. Îblîs ji wir dibuhurî, çû benê wê vekir û ker berda.
Ker çû ket bîstanê cîrên, lemek jî saxlem nehîşt, çi hat ber xwar.
Jina xwediyê bîstên dema dît ker ketiye bîstanê wan, dîn bû, rahîşt tivingê bera kerê da, ker kuşt.
Xwediyê kerê dengê tivingê bihîst, baz da, çû nava bîstên. Bala xwe dayê kera wî mirîye. Pir hêrs bû, wî jî çû tivinga xwe anî û jinik gulebaran kir, jinik kuşt.
Mêrê jinikê ji ser cotê xwe vegerîya, dema bala xwe dayê jina wî hatiye kuştin, wî jî rahîşt tivinga xwe û çû xwediyê kerê kuşt.
Lawê xwediyê kerê, dema dît bavê wî hatiye kuştin, rahîşt tivinga xwe, çû cotkar û lawê wî yê mezin bi ser hev da kuştin.
Gazî gihîşt malbata cotkêr, gişan rahîştin sîlehên xwe na û êrîş birin ser gundê xwediyê kerê, li malê kî hebû giş kuştin, mal talan kirin, xanî şewitandin.
Bi vî hawî herdu malbatan qira hev anîn.
Ji Îblîs pirsîn, gotin:
-Te çi kir?
Îblîs got:
-Qet, min tiştek jî nekir! Min tenê ker berda…
Heger hûn bixwazin welatekî bişewitînin kerên wî welatî berdin bes e, têrê dike !
Li dora xwe binêrin, kerên welatên em di bin destên wan da ne çi anîn serê me û gelên xwe…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar