05 februari 2021

Guhertina nav û logoya Dalkurdê gorrkirina Dalkurdê ye !

 


Bi baweriya Tirkiye li pişt guhertina nav û logoya Dalkurdê ye, ev guhertin li ser daxwza Tirkiyê hatiye kirin. Di nivîsa xwe ya berê da jî min ev yek eşkere got. 

Lê hinek dibêjin efendim ”ma di destê we da delîlek heye ku guhertina nav û logoya Dalkurdê li ser daxwaza Tirkiyê hatibe kirin?

Di destê me da belgeyek bi mohra Tirkiyê tuneye, lê tiştê bûye tam li gorî dilê tirka ye. Tirkiye ewê serokê Dalkurdê yê nuh 
Serkeft Evdilla Cunêd xelat bike.

Lê hin tişt hene tiliya Tirkiyê îşaret dike.

Yek, kî bi guhertina navê Dalkurdê û logoya wê ala kurdî kêfxweş be, ew li pişt vê guhertinê ye.

Kê navê Dalkurdê bi reqemên "123456 " nivîsî be, ew li pişt vê guhertinê ye.

Bi vî navê şaş, bi vê logoya bêmane, beradayî û van rengan Dalkurd ji kardayetiyê tê şuştin, Dalkurd êdî ne taximekî kurdî ye, ev jî daxwaza Tirkiyê ye.

Li dinyayê bêyî Tirkiyê tu welatekî din ne li dijî Dalkurdê ye. Tirkiyê dixwest Dalkurd tunebe.
Bêyî tirkan tu miletekî ne li dijî Dalkurdê ye. Ji rija Dalkurd ava bûye, tirkan neyartiya wê kirine.
Serokê Dalkurdê yê nuh Serkat Junad(
Serkeft Evdilla Cunêd) milyarderekî bi Tikriyê ra tîcaretê dike. Yê serokê Dalkurdê be nikane bi Tirkiyê ra tîcaretê bike. Dibê ev alîyê meselê were zelalkirin.
Ev hemû delîl in.
Tirk ji navê Dalkurdê,  logoya wê pir aciz bûn, Dalkurd histirîyek bû di çavê wan da, lema dixwstin ji ortê rakin.

Bi vê biryara komîteya Dalkurdê tiştê îro hate kirin, girtin û lewxkirina kulûba Dalkurdê ye, Tirkiyê îro bi destê hin kurdan merivên xwe Dalkurd da girtin !

2 kommentarer:

  1. Bı ya min tiliya felsefeya imralî di vê biryarêde Heye ne tenê tirkiya apoci jî bı qasî wan ji ala kurdistanê acize

    SvaraRadera
    Svar
    1. Li dijî PKKê be, rexne bike, lê bêbextî ne xweş e! Tu jî zanî tu têkiliya "Serkeft Evdilla Cunêd bi PKkê ra tuneye, tu zanî ew merivê kê û kîjan partiyê ye.
      Her kes "Serkeft Evdilla Cunêd" nas dike, zane şirîkê kê ye.

      Radera

PARVE BIKE