05 februari 2021

Guhertina nav û logoya Dalkurdê daxwaza neyarên kurda ye

 


Îdareya Dalkurdê biryar daye navê Dalkurdê biguhere, bike ”Bratî FC” û ala kurdî jî ji logoya Dalkurdê derxe.

Ev pêşniyareke neyarane û antî-kurd e, destikên neyarên kurdan dixwazin Dalkurdê ji kurdayetiyê û sembolên kurdî paqij bikin. Miheqeq Tirkiye li pişt vê pêşniyarê ye.

Nav û logoya Dalkurdê neyarên kurdan pir nerehet dike, lema dixwazin biguherînin.


Navê Dalkurdê û logoya wê li ber dilê kurdan hemûyan pir ezîz, semboleke netewî ye, kurd hemû pê serbilind in. Tirk ji navê Dalkurdê û logoya wê pir aciz in, lema jî bi riya zilamên xwe dixwazin ji ber xwe da bizînin.

Dibê Kongre û sportên Dalkurdê destûrê nedin guhertineke wiha.

Ya din, ”bratî” jî wiha nayê nivîsîn, bi kurmancî wek "biratî” tê nivîsîn

 

Li ser guhertina nav û logoya Dalkurdê her kes li gorî xwe kane tiştekî bibêje.

Bi baweriya min sebeb dijminatiya navê kurd û ala kurdî ye. Sebeb ev e. Û di viya da jî miheqeq tiliya tirkan heye. Xwediyên vê pêşniyarê kî bin, çi derewê û demagojiyê bikin jî ew li ser daxwaza Tirkiyê û tirkan vê pêşniyarê dikin, dixwazin nav û logoya Dalkurdê biguherînin.

Bikolin, heger ji binê vê pêşniyarê tirk derneketin ez bi tiştekî nizanim. Yên bixwazin navê Dalkurdê û logoya wê biguherînin ew merivên Tirkiyê ne.

Dibê endam û piştgirên Dalkurdê, dildarên kurd û Kurdistanê li dijî vê pêşniyarê rabin û nehêlin ev kesên nêtxerab bi ser kevin.

"Bratî" jî şaş nivîsîne, dibê wiha be: Biratî.

Navê "Biratî", navekî şelafiyê ye,..

Rismê beranê logoyê jî tiştekî bêmane û beradayî ye, tu têkliya wî bi semboleke kurd û Kurdistanê tuneye û tiştekî jî nabêje.

Çend lînkên bi swêdî:

https://www.fotbollskanalen.se/ettan/dalkurds-supportrar-rasar-kommer-aldrig-acceptera-ett-byte-av-namn-eller-klubb/

https://www.aftonbladet.se/sportbladet/fotboll/a/wevwyL/dalkurds-besked--vill-byta-namn-pa-a-laget

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE