Karê gerek ciwanên me bikin jî ketiye hustuyê kalekî wekî min. Hin xortan hêviyên xwe ji blogerîya kurdî birrî bûn, digotin kes naxwîne, lema jî ji dêlî zêde bibin, kêm bûn.
Min çiqas hala di wan hilda jî pere nekir. Dawiya dawî ez mecbûr mam, min zend û bendên xwe hil kirin û min li ser blogerîyê nivîsek nivîsî, hinekî pesnê blogerîyê da.
Nivîsa min bû sebebê liv û tevgerek têkeve nava xortan, çend
kesan blog çê kirin. Hinek jî dibêjin ewê çê kin.
Yanî gava meriv meselê aktuel bike tesîra wê çê dibe, îspata
wê nivîsa min e.
Heger li welatekî
bêedaletî bûbe huqûq liberxwedan, micadele şert e, wezîfe ye, heqekî rewa ye.
Bêdengî, teslîmîyet ne çare ye, umrê dîktatoran dirêjtir dike.
Li Tirkiyê ne kurd bin bi tirkan ra kultura liberxwedanê
tuneye. Serok û pêşengên tevgerên tirk jî piraniya wan kurd in.
Heger tirkan û miletên din jî bi qasî kurdan azadî
bixwestana ev rejîma îslamî-faşîst nuha tunebû.
XXX
-Yê li ser tiliyan bimeşe, nikane li hewa bisekine. Yê bi quretî bimeşe, nikane mesafê bistîne. Yê xwe derxe pêş, nikane balê bikşîne. Yê xwe bi heq nîşan bide, meriv guh nadê. Yê pesnê xwe bide, nayê teqdîrkirin. Yê bi serketinên xwe pesnê xwe bide, dawiyê li xwe tîne.
Lao Tsu
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar