04 februari 2021

Hûtê derewa

Yekî pirr derewîn(virek) hebû, digot li vê dunyayê kes nikane ji min  bêtir derewan bike.

Rojekê jê ra gotin li filan gundî yek heye ji te bêtir derewan dike, di derewa da tu nikanî bi teqala wî kevî, derewên te li ber yên wî pirr biçûk in.

Yê derewîn qeherî, got çawa yek kane ji derewên min mezintir derewan bike, ne mimkûn be ev rast be. Ji gotinên xelkê bawer nekir, got dibê ez herim vî derewînê mezin bi çavên serê xwe bibînim.
Wiha got û rabû berê xwe da wî gundî, mala yê virek.

Çû li derî xist, lawikekî şeş heft salî derî lê vekir. Derewîn got, ma viya mala ”filankeso” ye ?
Lawikê biçûk got, erê, ew bavê min e.
Derewîn got, wê  gavê here ban bavê xwe ke.
Lêwik got:

- Apo, bavê min ne li mal e, li wê jêra hanê ezman qelişiye, hatin ban bavê min kirin, bavê min çû ezmên bidirû.

Çaxa lawikê biçûk ev bersîv da, hinavê yê derewîn qetiya, ji xwe re   got:

- Law heger lawê wî yê şeş salî kanibe derewên wiha mezin bike, wê demê bavê wî hûtê derewa ye. Tew ne heceye ez bavê wî bibînim. Ya çêtir ez xwe zêde pîs nekim û vegerim malika xwe.

 

Di bin DDKD de çi heye ?

Piştî derba eskerî ya 12'ê Îlona 1980î li Diyarbekrê pûlis dilsozekî DDKD(Komela şoreşger û Demokratîk ya Kulturî) digrin. Xort, ne yekî şît e, saf e, ji siyasetê zêde fêm nake. DDKDê jî ji nêz ve nas nake. Pûlis bi hawakî zalimî li xort dixin, dibêjin, ”hutil batil tu yê ji me re bibêjî di bin DDKD de çi heye?”

Yanî kîjan hêza siyasî li pişt DDKDê ye.

Lê xort fahm nake, baş dide bîra xwe, gelo ”di bin DDKD'ê de çi heye?” Dûre tê bîra wî û dibêje:

- Li min mexin, ezê bibêjim di bin DDKDê de çi heye. Di bin DDKDê de ezexane û aşxane hene.

Li ser vê bersîva lêwik, pûlis bêtir har dibin, dibêjin:

- Law em wiya napirsin, em dibêjin yanî li paş DDKD kî heye, tu wiya ji me re bibêje.

Xort dibêje:

- Haaha, nuha min fahm kir. Li paş wê Camiya Pêxember heye…


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE