04 februari 2021

Generalên tirk digihîjin mirazê xwe


11/4/2006
Netkurd

Meriv dikane bibêje generalên tirk bi saya şerê van rojên dawî û bûyerên li hin bajarên Kurdistanê hêdî hêdî digihîjin mirazê xwe. Çimkî daxwaza wan ew bû ku li Kurdistanê ji nuh ve şerekî gurr bikin. Ji bo peydakirina rewşeke wiha çi ji destê wan tê qet texsîr nakin.

Loma jî ji 4ê nîsanê û vir da ye bûyerên li Kurdistanê û li Tirkiyê rû didin tam li gor dilê ”dewleta kûr” e.

Generalên tirk bi dil û can dixwazin PKK dev ji şerê çekdarî bernede û heta ji çend rojan carê çend kesan jî ji wan bikuje û li vir û li wir bombeyan biteqîne.
Rewşeke wiha giringî û hewcedariya bi leşkeran nîşan dide, wan bêtir xurt dike.
Dema şer hebe ew bêtir bi heybet, bi tirs û bi xof in. Her kes ya ji wan ditirse, ya hevza xwe dike, ya jî ji mecbûrî hurmetê nîşan dide. Ji ber ku ”ji bo welêt” xwe feda dikin.

Loma jî dixwazin PKK tim hebe û yekcaranan jî hin teqînan li wan bike.

Dema PKK neke, ew bi xwe bûyerekê, şerekî li hev radigrin. Bi riya JÎTEMa xwe, ew bi xwe bûyeran derdixin, ew bi xwe tirênan bi hewa dixin û xelkê sivîl dikujin. Bûyerên li Şemzînanê, li Wanê û li herêma Çolemêrgê di vî warî da tenê çend nimûne ne.

Bêguman têkiliya êrîş û terora dewletê ya li Amedê, Batmanê, Sêrtê, Qoserê, Nisêbînê û gelek bajarên din bi bûyera Şemzînan ra heye. J

i ber ku li Şemzînan ”dewleta kûr” bi qatil û çekên xwe ve li ser sûc hate girtin. Bûyera Şemzînan ji ya Sûsurlukê jî mezintir bû.
Ji ber ku qatil leşker bûn û bi çek û bombeyên xwe ve ji alî gel ve hatibûn girtin.
Ji bo ku rê li ber dozvekirin û dadgehkirinê bigrin û nehêlin bûyer zêde berbi jor ve here, hewcedariya wan bi teqereqê, bi teşxelê û bi hin bûyeran hebû.
Loma jî di protestoyên Amedê, Batmanê û Qoserê da bi qestî milet pîj kirin û bi dehan însan kuştin.

Dema di Newroza îsal da bûyer dernektin general gelkî aciz bûbûn. Hin malperên nêzî ”dewleta kûr”(www.aloihbar.org) ev aciziya generalan eşkere nivîsandin.

Loma jî kuştina 14 gerîllayên PKKê û protestoyên li Amedê ji bo wan bû wek dermanê çavê kul.
Loma jî li Amedê û li gelek bajarên din bi alîkariya prowakatorên xwe gel anîn provakasyonan û bûyer mezin kirin.

Bi saya van bûyeran, doza Şemzînanê ji rojevê da ket, rol û giraniya wan dîsa zêde bû, wek salên 1990î dîsa bi tank û topên xwe daketin nava bajaran û gel terorîze kirin.

Yanî gav bi gav programa xwe bicî anîn.

Bûyera Şemzînan, bûyereke pir mezin û girîng bû. Dozgerê Wanê bi delîl û îspat nîşan dida ku emrê bombekirina pirtûkxana Seferî Yilmaz û ya gelek derên din ji bal rêxistineke girêdayî serfermandarê bejayê Buyukanit ve hatiye dayin.

Û kesên bi vî karî rabûne çete ne. Loma jî dozger xwest ku der heqê Buyukanit de jî dozê veke.

Bûyer mezin bû û çû meclîsê. Meclîsê komîsyonek ava kir û şand herêmê. Komîsyona meclîsê li herêmê lêkolîn kir û ew jî gihîşt wê netîcê ku bûyer ji bal JÎTEMê ve hatiye kirin û ev tespîta xwe jî xist raporê.

Vê rapora komisyonê hemû general rakirin pêdarê û tavilê notayek dan hukûmetê. Di noteya xwe da xwestin hikûmet ser vê meselê bigre û zêde mezin neke.

Hukûmetê û komiyona meclîsê jî di dawiyê da serî li hember zirtên generalan tewandin û bombekirinên li Şemzînan û li herêmê yên ji bal JÎTEMê ve hatibûn kirin ji raporê derxistin. Yanî emrê leşkeran anîn cî.

Êdî kêm zêde her kes dibîne ku leşker li dijî endametiya Tirkiye ya Yekîtiya Ewrûpayê ne. Ji bo ku Tirkiye nekeve Yekîtiya Ewrûpa û demokrasiyek rastîn li Tirkiyê bi cî nebe çi ji destê leşkeran tê dikin.

Generalên tirk, endametiya Yekîtiya Ewrûpayê li hember îktîdar û serdestiya xwe ya siyasî wek tahlûke dibînin. Loma jî nahêlin meclîs gavên demokratîk bavêje, qanûnên pêwîst derxe û yên derxistine jî di praktîk da bicîh bîne.

Ew dizanin ku dema Tirkiye bibe endamê YE ewê wek nuha nikanibin notayan bidin serokwezîran û hukûmetan mecbûrî îstîfayê bikin.

Ew dizanin ku bi endametiya YE hêdî hêdî be jî ewê demokrasî, azadî û mafê mirov were Tirkiyê. Helbet ev jî dawiya serdestiya wan e.

Loma jî ji bo ku Tirkiye di demeke nêz da nebe endamê Yekîtiya Ewrûpayê ya jî prosesa endametiyê dirêj bajo çi ji destê generalan tê dikin. Bûyeran derdixin, bomba diteqînin, xelkê sivîl dikujin ûhwd.

Dema şer raweste û li Kurdistanê aramî bi cî bibe, sebebê tirs û xofa ji generalan jî ewê ji navê rabe, êdî ewê tu sebeb nemîne ku îktîdarên siyasî serê xwe ji wan ra bitewînin.

Dema şer tunebe ferqa general û bekçiyekî ewê nemîne. Ewê sibehan herin qişleyên xwe têr qerewana xwe bixwin û dû ra jî merş merşa xwe bikin. Çimkî karê wan ew e.

A ji bo ku nekevin vê rewşê, general nahêlin Tirkiye bibe endamê Yekîtiya Ewrûpa. A ji bo ku nekevin vî halî, keleman derdixin hember guhetinên demokratîk û nahêlin Tirkiye were guhertin.

Li alî din PKK jî îro êdî bi berdewamiya şerê xwe yê çekdarî, bi hebûna xwe ya li Başûrê Kurdistanê û bi qebûlkirina rêberî û serokatiya Ocalan, ji vê siyaseta artêşa tirk ra bi hawakî objektîf dibe alîkar.

PKK bi şiklê hebûna xwe ya îro û bi vî şerê xwe yê çekdarî, li hember guherandin û demokratîkbûna Tirkiyê jî êdî bûye bend û roleke negatîf dilîze. Berpirsiyar û mîmarê vê netîcê jî bêguman Ocalan e. Ocalan ji alîkî da ”komara demokratîk” diparêze û ji alî din da jî nahêle PKK dev ji şerê çekdarî berde. Nahêle berpirsiyarên PKK-ê bi serê xwe hereket bikin. Ji çend mehan carê partiyekê bi wan dide avakirin û fesihkirin. Yanî wan û gel tim bi teştekî vala û pûç mijûl dike. 

Ocalan û PKK îro ji bo kurdan serxwebûnê, federasyonê, heta otonomiyê jî naxwazin, lê dev ji şerê çekdarî jî bernadin. Heger mesela kurdan bi rastî ewê di nava ”komara demokratîk” da çareser bibe wê demê şerê çekdarî ne pêwîst e. Divê bi riyên demokratîk û legal têkoşîn were dayin.

Kurd, hêzên derî PKKê divê planên dujmin yên bi van şer û bûyerên dawî û siyaseta PKKê ya şaş, ya ku ji karê bêtir zirarê dide kurdan bi hawakî bêwesatan raxin ber çavên gel. Serkeftina kurdan di qelskirin û pûçkirina vê siyaseta artêşê û PKKê da ye.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE